Talîban derbeke giran li çeteyên DAÎŞ’ê xist

Li herêma Rojavayê Bakur a Efganîstanê Talîbanan derbeke giran li çeteyên DAÎŞ’ê xist.

Li gorî daxuyaniya rayedarên Efgan û tevgera Talîbanan li Cevzcanê ji 150’î zêdetir endamên çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin û bi sedan jê radest bûn.


Ev şer ji bo DAÎŞ’ê mîna têkçûneke giran tê dîtin. Çeteyên DAÎŞ’ê beriya bi çar salan li Efganîstanê derketibûn holê û li başûrê bajarê Cevzcanê bi cih bûbûn. Çeteyan li vir hewl didan rêyên qeçaxiyê ya ber bi Tirkmenîstanê ve kontrol bikn.


Çeteyên DAÎŞ’ê van salên dawî li bakurê Efganîstanê jî aktîf bûbûn. Çeteyan heta niha dixwestin kanên bi kontrola Talîbanan bi dest bixin, vê rewşê ji bo welatên cîran jî fikar çêdikirin.


TALÎBAN: DAÎŞ BI TEMAMÎ HATE ŞIKANDIN


Berdevkê tevgera Talîban Zabîhûllah Mucahîd got, ‘’DAÎŞ a şeytanî bi temamî hate şikandin.’’
Talîbanan beriya bi çend heftiyan jî li Cevzcanê li dijî DAÎŞ’ê operasyonek kiribûn. Tîrmehê fermandarê yekîneyên Amerîkî general John Nîcholson gotibû ew kêfxweş in ku dibînin Talîban li dijî DAÎŞ’ê şer dikin.


FERMANDAR JÎ RADEST BÛNE


Mucahît got di şer de 150 endamên çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin û 130’î zêdetir ji wan hatine girtin. Mucahîd got hin endamên koma çete radestî hêzên hikûmetê jî bûne.


Rayedarên Efgan gotin 152 endamên çeteyên DAÎŞ’ê Çarşemê berê beyaniyê radestî hêzên ewlehiyê bûne. Rayedaran gotin din av wan kesan de ku hatine girtin fermandarê hêzên Efganîstanê yê Bakur ê DAÎŞ’ê Mewlewî Habîbrahman û fermandarê bi navê Miftî Nîmetilleh jî hene.