Talîban beriya vekişîna hêzên biyanî tevlî civîna bilind nabe

Tevgera Talîbanê ragihand ku heta hêzên biyanî ji welêt venekişin wê tevlî civîna bilind a Efganistanê nebin ku vê mehê wê li Tirkiyeyê pêk were.

Berdevkê Talîbanê yê li Qatarê Mûhammed Naîm li ser Twîtterê daxuyaniyek da û got, "Heta ku hêzên biyanî bi temamî ji welatê me venekişin, em ê tevlî ti konferansê nebin ku li ser Efganistanê biryarê bide."

Ev daxuyanî piştî daxuyaniya hikumeta Serokê DYE'yê Joe Biden hat ku diyar kiribû, wê heta 11'ê Îlonê "bêşert" Efganistanê biterikînin. Bi vî rengî vekişîn çar mehên din tê taloqkirin û li salvegera 20'an a êrişên 2001'ê rast tê.

Serokê DYE'yê ragihandibû ku zehmet e vekişîn di 1'ê Gulanê de temam bibe. Biryara vekişînê di çarçoveya peymana navbera serokê beriya niha yê DYE'yê Donald Trump û Talîbanê de hatibû dayin.

Tirkiyeyê diyar kiribû ku danûstandinên aştiyê yên payebilind wê di navbera 24'ê Nîsanê û 4'ê Gulanê de li Stenbolê bê kirin.