Tagesspîegel: Polonya 'bi konetî dibe weke Erdogan'
Di şîroveyeke rojnameya Der Tagesspîegelê de ku li Elmanyayê weşanê dike, hate gotin bi PîS'ê re ku mohra xwe li ser gelek qanûnên otorîter daniye, "Polonya bi konetî dibe weke Erdogan."
Di şîroveyeke rojnameya Der Tagesspîegelê de ku li Elmanyayê weşanê dike, hate gotin bi PîS'ê re ku mohra xwe li ser gelek qanûnên otorîter daniye, "Polonya bi konetî dibe weke Erdogan."
Di şîroveyê de hate gotin Partiya Hiqûq û Dadmendiyê (PîS) ku ji 2015’an ve li ser kar e her ku diçe otorîter dibe û Elmanya li dij vê otorîterbûnê bêdeng e. Her wiha hate gotin, diyar bûye ku baweriya Angela Merkel a çareserkirina kêşeyan a bi rêya diyalogê şaş e.
'SIYASETA XWEŞBÎNIYÊ TÊK ÇÛYE!'
Di şîroveyê de ku bi navê Chrîstoph von Marschall hate weşandin, hate gotin, hatiye dîtin ku 'siyaseta xweşbîniyê' ya Serokwezîr Angela Merkel a derbarê Polonyayê de têk çûye û gelek pisporên Polonî yên li Elmanya jî bi vê baweriyê ne.
Di şîroveyê de hate gotin, gelek pispor jî xelitîne û di rewşa berdest de encam ew e ku "Mîna rejîma Erdogan li Polonyayê tê." Her wiha hate destnîşankirin, ku ev polîtîka ji hêla desthilatdariya PîS’ê ve, ya bi pêşengiya Paroslaw Kaczynskî ve bi rengekî stratejîk tê pêkanîn û Dadgeha Destûra bingehîn bi dadgerên endamên partiyê hatiye tijekirin.
RÊVEBERIYÊN XWECIH WÊ WERIN PIRNISANDIN
Di nivîsa Tagesspîegelê de hate gotin bi reforma darazê de wê serxwebûna dadgehan rabe û êdî dadgeh bibin parçeyek ji daraza siyasî. Her wiha hate gotin ku PîS gaveke dîtir dixwaze şaredarî û rêveberiyên xwecih bîne pozîsyone rajêr û bi hesabên darayî di ser dadgehan re dixwaze wan bipirnisîne.
LI GEL ERDOGANBÛNÊ JÎ PIR CIHÊTÎ JI TIRKIYÊ HEYE
Di nivîsê de hate gotin di rewşa berdest de di navbera Tirkiyeyê û Polonyayê de gelek cihêtiyê hene û hate gotin: "PîS’ê nûçegihan an jî muxalîfên ku kêfa wê jê re nehate nekiriye girtîgehê. Welatî bi azadî dijîn, geşta xwe dikin û dikarin xwepêşandanan bikin. Li dijî PîS’ê xwepêşandanên berfireh hene û çapemeniyeke azad heye."
Her wiha hate bibîrxistin, li gel van cihêtiyan jî PîS a li ser desthilatdariyê 'weke ku Erdogan ji xwe re mînak danîbe' ji bo ku li dijî muxalefetê tevbigere şertên yasayî amade dike. Di şîroveyê de hate gotin Tirkiye berevajî Polonya endamê Yekîtiya Ewropayê ye û ev kêşeya polîtîk a navxweyî ya yekîtiyê ye.
Di nivîsa Christoph von Marschall de hate gotin Elmanya û Yekîtiya Ewropa polîtîkayên bi ‘dilsafî’ dişopînin û sedema vê rewşê ne ew e ku bapîrê Merkel bi eslê xwe Polonî ye. Her wiha hate gotin di van polîtîkayên şaş û ‘dilsafî’ de bandora wê rastiyê heye ku li Polonya ji berê ve ‘polîtîkayên otorîter ji hêla gel ve nayên pejirandin.’