Swîsreyê îzopropîla alkol firotiye Sûriyeyê

Diyar bû ku Swîsreyê Mİjdara 2014’an îzoproPîla alkol ku di hilberandina gaza sarînê de tê bikaranîn firotiye Sûriyê. Beriya bi salekê jî YE’yê îzopropîl qedexe kiribû.

Li gorî saziya radyo-televizyonê ya zimanê Fransî RTS’ê ya li Swîsreyê, Swîsreyê 2014’an destûr daye ku îzopropîlê alkol bifiroşin Sûriyê. Meha ku ev destûr dayî jî Mijdar e. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (KSYO) Gulana 2014’an gotibû rejîma Esad ‘stokên îzoproîla alkol bi temamî tine kiriye.’’

KSYO ji RTS’ê re axivî û got, ‘’Îzoproîla alkol bi rengekî berbelav tê bikaranîn û derbarê çekên kîmyewî ji hêla peymanan ve ne qedexe ye lê di hijberandina gaza sarînê de dikare were bikaranîn.’’ Rêxistinê ev jî lê zêde kir: ‘’Îzoproîla alkol ku weke parçeyek ji bernameya çekên kîmyewî ya Sûriyê tê gotin, bi temamî hatiye îmhakirin.’’

Lê piştî daxuyaniya ku çekên kîmyewî hatine tinekirin bi 6 mehan diyar bû ku şîrketeke Swîsreyê 5 ton îzoproîl firote Sûriyê, ku şerekî giran ê navxweyî lê dihate jiyîn. Li gorî RTS’ê rêveberiya Bernê jî ti muxalefetek li dijî vê nekiriye.

Berhema navborî ji 2013’an ve li Yekîtiya Ewropayê (YE) di nav wê lîsteyê de ye ku li ser firotina wê biryara pêkirinê heye. Swîsre ku bi giştî tevlî tevdîrên YE’yê dibe, îzopropîl nekire nav kataloga berhemên qedexe.

RTS’ê got, ‘’Rayedaran ji bîr kir?’’ û ev mijar ji Wezareta Aboriyê pirsî. Wezaretê got, ‘’Swîsreyê pêkirinê Ewropayê yên li ser Sûriyê qebûl kiriye lê hin tevdîrên dî bi rengekî dî têne danîn, mînak, bi yasya kontrolê li ya ser hin malan.’’

Li gorî wezaretê wê demê mecbûriyeteke wiha li ser van berheman nebû ku bi destûra Swîsreyê werin firotanê. Wezareta ku firotina alkola îzopropîlê asteng nekirî, got ti delîl tine ne ku ji vê îzopropîla ku hatî firotin çek hatine çêkirin.

Li ser pirsa bê ka ji niha û pê de wê destûrê bidin firotana wê wezaretê got, ‘’Dibe ku were astengkirin.’’ Lê Fransa, DYA û welatên Rojavayî ji 2013’an ve digotin hikûmeta Sûriyê êrîşên bi gaza sarînê tîne. Tevdîrên YE’yê, bi piranî jî îzopropîl dikirin hedefe. Li gorî RTS’ê serwîsên Fransiz, bi nîşeya veşartî, diyar dikirin ku ev berhem li Sûriyê ji bo çekên kîmyewî tê xebitandin.

Wezareta Aboriyê ya Swîsreyê diyar kir ti dane li ser tine ku kirîdarê şîrketa Swîsreyê bi rejîma Sûryê re têklidar e û şîrketeke taybet a dermanan a Sûriyê ye.