Swêdê ji bo tatbîkatê bangî 22 hezar leşkeran kir

Swêdê bi wesîleya cejna neteweyî bangî 22 hezar  leşkerên xwe kir. Piştî 40 salan cara pêşîn seferberiyeke wisa tê jiyîn.

Bi leşkerên cîgir re tatbîkat tê kirin. Ew ê 40 tabûrên li welat tevlî tatbîkatê bibin.

Ji sala 1975’an û vir ve cara pêşîn e ku artêşa Swêdê leşkerên cîgir tevlî tatbîkateke neteweyî dike.

Hikumeta Swêdê di serê meha Gulanê de diyar kiribû ku ew ê broşurên li ser şer û karesatên xwezayî bişîne hemû malan.

Broşura ku bi 13 zimanan hatiye amadekirin ew ê bişînin 4,8 milyon malan.

Ji dused salî zêdetir e ku li ser axa Swêdê şer çênebûye. Swêd ne endamê NATO’yê ye jî.

Swêd piştî Şerê Sar lêçûnên xwe yên leşkerî kêm kiribû, lê piştî ku Kirim bi Federasyona Rûsyayê hate girêdan, ev rewş jî guherî. Hikumetê di dawiya meha Adarê de diyar kir ku ew ê ji havînî şûnde xizmeta leşkerî dîsa bidin destpêkirin. Ev xizmet 7 sal in hatibû rakirin. Swêdê li Girava Gotlandê jî hêzên xwe zêdetir kir.