Swêd wê li NY giraniyê bide ser xebatên ji bo aştî û jinan

Swêd, ji 1'ê Çileyê ve cihê xwe di nava Konseya Ewlekariyê ya NY de digire. Wezîra Karên Derve ya Swêdê Wallstrom diyar kir, divê NY hewldanên xwe yên ji bo aştiyê zêde bikin û jin hê bêhtir cihê xwe di nava pêvajoyên aştiyê de bigirin.

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom, di gotara xwe de ku bi wesîleya cihgirtina Swêdê di nava Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de li rojnameya Dagens Nyheterê hat weşandin, xebatên Swêdê yên li nava Konseyê eşkere kir.

Wallstrom da xuyakirin, di demekê de ku li cîhanê gelek tevlîhevî heye Swêd cihê xwe di nava Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de girtiye û got, "Sûriye kabûsek e. Rewşa aloz a li nêzî me zêde bû. Hevkariya di navbera Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî de piştî şer ji bo pêkanîna aştiyê hat destpêkirin, bi gumanbarî tê dîtin. Li şûna vê yekê, dengekî bilind ê neteweperestiyê tê."

Wallstrom diyar kir, ji ber van hemû sedeman, ji bo berê cîhanê bidin aliyekî erênî divê ew bi lez û bez tevbigerin û xebatên ku Swêd di dema serokatiya xwe de giraniyê bide ser, diyar kir:

DIVÊ JIN TEVLÎ PÊVAJOYA AŞTIYÊ WERIN KIRIN

Ya yekemîn; Swêd wê bibe alîkar ku Sekreterê Giştî yê nû Antonîo Gûterres destpêkeke baş bike.

Ya duyemîn; Ji bo pêşî li şer were girtin, wê giraniyê bide ser têkiliya jinan bi aştî û ewlekariyê re. Destnîşan dike, ku divê jin tevlî pêvajoya aştiyê bê kirin û têkiliya navbera aştî, ewlekarî û pêşketinê were fêhmkirin.

Herî dawî; divê aktorên berfireh ên aştiyê û civaka sivîl tevlî vî karî bê kirin.

PÊWÎSTE DENGÊ JINAN LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ WERE BIHÎSTIN,

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Wallstrom diyar kir, ew polîtîkayeke derve ya femînîst dişopînin û ji bo pêşî li şîdeta li jinê were girtin, işaret bi girîngiya cihgirtina jinan li hevdîtinên aştiyê kir. Wallstrom got, "Ji bo pêkhatina ewlekarî û aştiya navneteweyî, tevlîbûna aktîf a jinan li hevdîtinên aştiyê, stratejîk e. Ev yek rast e û aqilane ye. Lêkolînên hatine kirin nîşan didin ku aştiya bi tevlîbûna jinan, hê demdirêj e. Divê dengê jinên Sûriyeyî, Somaliyî û jinên din li Neteweyên Yekbûyî were bihîstin."

Swêd, di hilbijartina Hezîran par de, bi 134 dengan ji bo 2 salan ji endametiya demkî ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re hatibû hilbijartin.