Swêd û Qûweytê bang li KENY kirin ku ji bo Sûriyeyê bicive

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), li ser banga Swêd û Qûweytê ji bo nirxandina krîza însanî ya li Sûriyeyê wê li hev bicive.

Çend roj berê bi navê koordînator û wezîfedarên alîkariya însanî ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê daxuyanî hatibû dayin û ji ber şerê li gelek herêman bang hatibû kirin ku mehekê agirbesta însanî bê ragihandin.

Sefîrê Bilind ê Swêdê yê li Neteweyên Yekbûyî Olof Skoog diyar kir ku ji bo nirxandina encamên tirsnak ê şerê li Sûriyeyê û krîza însanî bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hatiye kirin ku bi lezgînî bicive. Qûweyt jî di vî warî de destekê dide Swêdê.

Skoog anî ziman ku cihê fikaran e di şer de bi taybetî êrîş li sivîlan û avahiyên sivîlan ku nexweşxane jî di nav de hene, tê kirin.

5 xalên ji bo agirbesta însanî ya demkî ku Koordînatorê Alîkariya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî Mark Lowcock beriya niha xistibû rojevê, ji aliyê Swêdê û Qûweytê ve weke pêşnûmeyekê pêşkêşî KENY hate kirin. Lê belê Rûsya vê pêşnûmeyê bloke dike.

Beriya rûniştina veşartî ya îro a li KENY, çav li rê ye ku li ser rewşa însanî ya li Sûriyeyê ji welatên endam re brîfîngek bê dayin.