Swêd dixwaze parêzvanên mafên mirovan bên berdan

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom xwest, welatiyê Swêdê Alî Ghavarî û parêzvanên din ên mafên mirovan, ku 5'ê Tîrmehê li Buyukada ya Stenbolê hatin binçavkirin, bên berdan.

Partiyên muxalefetê piştî binçavkirin û girtina 6 parêzvanên mafên mirovan ji ber ku bêdeng mabû rexne li Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom anî bûn û xwestibûn helwesta ku Elmanyayê nîşan dayî, ew jî nîşan bide.

Wallstrom li ser van rexneyan daxuyanî  li ser geşedanên li Tirkiyê da û got, ‘pir cidî ye, cihê fikaran e û nayê qebûlkirin’ lê ji ber ku bi rengekî vekirî AKP û Erdogan şermezar nekir û nexwest ku yên hatine girtin serbest werin berdan bû sedem ku nerazîbûn zêdetir bibin.

20’ê Tîrmehê Wekîla Partiya Demokrat a Xiristiyan Sofîa Damm bi pirsnameyekê babet anî bû parlamentê û pirs ji Wezareta Karên Derve ya Swêd kiribû bê ka ji bo ku Tirkiye li bara mafê mirovan û demokrasiyê hurmetgir be û ji bo parêzvanên mafên mirovan werin berdan çi kiriye.

XEBATÊN MAFÊN MIROVAN ÊN SEREKE Û GIRÎNG DIKIRIN

Wallstrom hem li parlamentê û hem li ser hesabê xwe yê Facebookê derbarê babetê bi berfirehî agahî da.

Wallstrom diyar kir Hikûmeta Swêd ji hêla demokrasî, mafên mirovan û prensîbên dewleta hiqûqê ve li ser rewşa Tirkiyê bi fikar e û got: "Ji ber  binçavkirina Alî Ghavarî û 9 nûnerên dî yê rêxistinên civaka sivîl yên 5’ê Tîrmehê em di nav tirs û fikaran de ne. Ghavarî û yên din ên ku hatibûn binçavkirin ji bo semînereke bi babeta azadiya înternetê û mafê mirovan li Tirkiyê bûn. Ev xebateke ji mafên sereke û girîng a mirovan e."

Wallstrom diyar kir piştî ku gelek caran hatiye xwestin 24’ê Tîrmehê Sefareta Stenbolê karîbûye bi Ghavarî re hev bibîne.

ME BI ELMANYAYÊ RE DAXWAZÊN XWE RAGIHANDIN

Diyar kir, ji bo ku di nav wan ên girtî de welatiyê Elman jî hene bi hevpîşeyê xwe yê Elman re axiviye, herdu welatan biryar li ser wê dane ku bi hev re bimeşin, 26’ê Tîrmehê jî nûnerên du welatan bi hev re bi daxwazên xwe ji rayedarên Tirk ên Enqerê re ragihandine.

Wallstrom got, wan babet biriye ber destê Yekîtiya Ewropayê, Alîkara Serokê Komîsyonê Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî 25'ê Tîrmehê di civîneke Brukselê de rewşa parêzerên mafên mirovan û nûçegihanên girtî aniye rojevê, Swêde bi tena serê xwe û bi welatê din re fikarên xwe yên ji ber girtina parêzvanên mafên mirovan, nûnerên partiyên muxalîf, nûçegihan û aktorên rêxistina civaka sivîl ji rayedarên Tirk re bi domdarî radigîne.