Spanyayê gef li Katalonyayê xwar
Gelê Katalonyayê 1’ê Cotmehê xwe ji referandûma serxwebûnê re hazir dike, li dijî vê jî rêveberiya Spanyayê gef xwar û got referandûm wê çênebe.
Gelê Katalonyayê 1’ê Cotmehê xwe ji referandûma serxwebûnê re hazir dike, li dijî vê jî rêveberiya Spanyayê gef xwar û got referandûm wê çênebe.
Vê heftiyê Parlamentoya Herêmî ya Katalonyayê bi dengdanê qebûl kir ku biçe referandûma serxwebûnê.
Katalonyayê diyar kir ji 950 bajar û komun an 600 jê ji bo referandûmê hazir in, hikûmeta Spanyayê jî helwesta xwe jidand.
Wezîra Berevaniyê ya Spanyayê Marîa Dolores de Copedal gef xwar û got referandûm wê nebe. Cospedal got, ‘Li Katalonyayê referandûmeke diyarkirina çarenûsê wê nebe. Teqez wê nebe.’’
Li Katalonyayê ku xwedî ziman û çandeke cuda ne Katalan ên ku ji Spanyayê veqetiyan, 2014’an jî xwestibûn ku referandûmê bikin lê Dadgeha Destûrê ev betal kiribû.
Katalonya 16 ji 100’î nifûsa Spanyayê pêk tîne, ku nifûsa Spanyayê 7,5 milyon e. Katalonya 20 ji 100’î ya dahata netewî û îxracat jî 30 ji 100’î di dest xwe de digire. Dihate payin ku li Spanyayê geşbûna aborî 1,7 ji 100’î be û li Katalonyayê jî 2,7.
Li Spanyayê serê kesekî dahata millî 24 hezar euro ye, li Katalonyayê jî 28 euro.