Spanya wê li dijî vîna Katalanan, buroyên hilbijartinê dagir bike

Spanya, ku zexta xwe ya li ser referandûma serxwebûnê ya gelê Katalan zêde kir, bi binpêkirina mafên destûrî re biryar da ku cihên dengdanê dagir bike.

Hikumeta navendî ya Spanyayê, ku bi rêya Destûra Bingehîn referandûma 1'ê Cotmehê da qedexekirin, herî dawî dest danîbû ser rêveberiya Polîsên Katalonyayê.

Bi fermana Dozgeriya Herêmê ya hikumeta Spanyayê, ji polîê herêma Katalan hate xwestin ku lokalên dengdanê 'notralîze bike'.

Berdevkê hikumetê diyar kir ku bi rêya vê biryarê tê xwestin, pêşî li dengdanê were girtin.

Hefteya bihurî jî, Alîkarê Serokê Herêma Katalonyayê jî di navê de 14 rêveberên payebilind ên ji pêkanîna referandûmê berpirsyar hatibûn binçavkirin.

Sala 2014'an, referandûmeke din a bi pêşengiya serokê wê demê yê Herêma Xweser a Katalonyayê Artûr Mas, hatibû qedexekirin. Tevî vê qedexeyê jî referandûm hate kirin û 80 ji sedî deng ji bo serxwebûnê derketibû.

Li gorî anketên dawî, beşeke girîng a hindikahiyên Spanî wê bêjin 'na', lê piraniya Katalanan wê bêjin 'erê'.

Partiyên ku biryara referandûmê dan, di hilbijartinên herêmî yên dawî de bi rêjeya 48 ji sedî, piraniya endamên Parlamenta Katalonyayê bi dest xistibûn.