Spanya polîsên xwe yên li Katalonyayê vedikişîne

Polîsên ku rêveberiya navendî ya Spanyayê ji ber referandûma 1'ê Cotmehê şand Katalonyayê, vedikişin.

Li gorî daxuyaniya berdevkekî Wezareta Karên Hundir, personelên ewlekariya sivîl û polîsên di dawiya meha Îlonê de hatin şandin, wê heta 30'ê Kanûnê ji Katalonyayê vekişin.

Vekişîna polîsan roja Çarşemê dest pê kir. Rojnameya El Paîs ragihand ku hejmara vê hêzê 10 hezar e.

Polîsên ku ji bo dest li referandûma serxwebûnê ya 1'ê Cotmehê werdin hatin şandin, bi tundî ketibûn nava buroyên hilbijartinê.

Gelek buroyên hilbijartinê bi zora polîsan hatibûn girtin. Nûnerê hikumeta navendî piştî hefteyekê ji ber şîdeta polîsan lêborîn xwestibû.

Herêma xweser a Katalonyayê xwedî hêza xwe ya polîs û leşkeran e, bi navê Gûardîa Cîvîl. Lê belê erkê di destê van de kêm e.

Piştî referandûmê û ragihandina serxwebûnê bi rengekî yekalî, hikumeta navendî ya mûxafazakar, roja 27'ê Cotmehê dest danîbû ser rêveberiya Katalonyayê.

Parlament û hikumet betal kiribû û biryar dabû ku 21'ê Kanûnê hilbijartin were kirin. Partiyên alîgirê serxwebûnê jî di vê hilbijartinê de careke din bi ser ket û piraniya kursiyên li parlamentê bi dest xistin. Hilbijartin weke îflasa polîtîkaya zordar a hikumeta Marîano Rajoy ê mûxafazakar hate nirxandin.