Skandala hêkan li Elmanyayê dîsa rû da

Hate ragihandin ku li nava hêkên ku li marketên sereke yên li Elmanyayê têne firotin bakteriya salmonellayê hatiye dîtin.

Li gorî daxuyaniya şîrketa bi navê Inter-ovo GmbH, li nava hêkên ku li gelek marketên girîng têne firotin bakteriya salmonellayê hatiye dîtin û bi hezaran hêk hatine vegerandin.

Di daxuyaniya şîrketê de hate ragihandin ku li nava hêkên ku bi nûmareya 1-DE-0353974 etîket li wan hatiye xistin, salmonella hatiye dîtin. Li gorî daxuyaniyê dema dawî ya xwarina hêkên bi bakterî ji 29'ê Nîsanê heta 20'ê Gulanê ye.

Hate gotin ku hêkên ji ber bakteriya salmonella hatine vegerandin ji marketên Norma, Rewe, Netto, Penny û Edeka dihatin firotin.

Par li Fransayê jî di şîrê pitikan de ku ji dehan welatan re hatibûn şandin, bakteriya salmonella hatibû dîtin. Ji ber vê yekê jî bi milyonan qutiyên şîrê pitikan ji gelemperiya cîhanê hatibûn vegerandin. Wekî din li Hollandayê jî li nav ahêkan dermanê kîmyewî yê bi navê fipronil hatibû dîtin û di serî de li Elmanyayê li gelek welatên Ewropayê bi milyonan hêk hatibûn vegerandin.

Mirovên ku bi bakteriya salmonella dikevin serê wan diêşe, zikê wan diêşe, canê wan disincire, emel pê re çêdibe û carna jî verdişe.