Siyasetmedarên Elman: Em ê tevlî pîrozbahiya 29 Cotmehê nebin

Serkonsolosxaneya dewleta Tirk a li Essenê, ji bo resepsiyona 29'ê Cotmehê gelek siyasetmedarên Elman vexwend. Siyasetmedarên Elman ragihandin, ku wê tevlî pîrozbahiyê nebin.

Serkonsolosxaneya Tirk a li Essenê, her sal ji bo 29'ê Cotmehê roja damezrandina Komara Tirkiyeyê resepsiyonê li dar dixe. Resepsiyona îsal wê bêyî tevlîbûna siyasetmedar û navdarên Elman pêk were.

Gelek siyasetmedar, akademîsyen û hunermendên ji Essenê yên ji bo resepsiyonê hatin vexwendin, bal kişandin ser binpêkirina mafên mirovan a bi destê desthilatdariya Erdogan tê kirin û gotin, ku wê tevlî nebin. Rêveberê berê yê sînagogê yê li Essenê Ûrî Kaûfmann, Serokê Rêxistina Essenê ya partiya CDU Matthîas Haûer ên ji bo resepsiyonê hatin vexwendin, daxuyanî dan û gotin, "Ez tevlî wê pîrozbahiyê nabim."

Haûer bal kişand ser pêkanînên sala dawî ya rejîma Erdogan û got, "Bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin, li pêşiya tevlîbûna min a li wê pîrozbahiyê, asteng e." Rêveberê AWO, ku yek ji saziyên alîkariya civakî ya navdar e Olîver Kern jî ragihand ku wê tevlî pîrozbahiyê nebe.

Yek ji kesayetên ku boykotê dike, Şaredarê berê yê Essenê Rolf Flîss jî meha Cotmehê gotibû, "Em gelekî dûrî pîrozkirina cejna Komarê ne." Flîss ev daxuyanî dabû: "Heta roja îro ez her sal tevlî resepsiyonê bûm, ji ber ku min xwest meşa ber bi demokratîkbûnê ya hevalên min ên Tirk pîroz bikim. Lê belê, bi taybetî ji bo piştgiriyê bidim hevalên xwe yên Şaredariya Amedê ku girtî ne, plan dikim ku îsal tevlî pîrozbahiyê nebim. Nîqaşa li ser ji nû ve anîna cezayê darvekirinê, tevlîbûna min a li vê pîrozbahiyê nepêkan dike."