Siûdiyan peymaneke din a çekan mohr kirin
Mîrê Siûdî Muhammed bîn Salman ku van demên piştî DYA û Fransayê niha jî bi Spanyayê re peymaneke kirîna çekan mohr kir.
Mîrê Siûdî Muhammed bîn Salman ku van demên piştî DYA û Fransayê niha jî bi Spanyayê re peymaneke kirîna çekan mohr kir.
Muhammed bîn Salman piştî DYA û Fransayê seriyek da Spanyayê û li Spanyayê bi bihayê 2 milyar dolaran peymana kirîna çekan mohr kir.
Bi peymanê re ku bi çavdêriya Salman û Wezîra Berevaniyê yê Spanyayê Marîa Dolores de Cospedal hate mohrkirin ji bo hêza keşkiyên leşkerî 5 korvet standin, diyar bû ku peymana bi bihayê 1,8 milyar dolarî bi şîrkeeya Navantîayê re hatiye kirin.
Siûdî û Îran bi çavê tifingê li hev dinerin û li Yemenê jî Siûd aliye şer e û Siûd din av welatan de yek ji wan welatan e ku pir zêde çekan dikire. Salman meha Adarê serdana Londrayê kiribû û ji şîrketa Eurofîghterê peymana kirîna 48 balafirên şer mohr kiribû.
Herî dawî tê gotin li DYA’yê bi bihayê 1 milyar dolarî peymana çekan mohr kiribû û her wiha Salman Nîsanê dema ku çûyî Fransayê jî bi bihayê 18 milyar Euroyî peymana bazirganiyê mohr kiribû.