Sîstanî bang li parlamentoya  Iraqê kir: Ji pişt hikûmetê vekişe

Mezintirîn otorîteya Şiiî ya Iraqê Ayetûllah Sîstanî li xutbeya Înê bang li parlamentoya Iraqî kir ku desteka xwe ji pişt hikûmetê vekişîne. Di çalakiyên Iraqê de 400 kes hatine kuştin.

Yek ji nûnerê Sîstanî Ehmed El Safî li Kerbelayê li ser navê Sîstanî axivî û got, ''Bang li Parlementoya ku hikûmeta berdest ji nav derketî hate kirin ku li ser vê behsê dîsa li tercîha xwe binere, ji bo berevaniya li zaroyên xwe, ji bo pêşî lê were girtin ku welat ber bi tundî, kaos û hilweşînê ve neçe di berjewendiya Iraqê de tevbigere.''

Li gorî hesabgeriya nû ya hêzên çekdar ên Iraqê Perşemê, di rûdanên Nasiriyê û Necef û paytext Bexdayê de 45 çalakger hatin kuştin.

Li gorî jêderên tendiristî û polîsan piştî ku li Nasiriyê hêzên çekdar gule li çalakgerên li ser pira Nasiriyê reşandin 29 kes hatin kuştin, li Necefê 12 û li Bexdayê jî 4 kes hatin kuştin.

Di çalakiyan de ku ji 1'ê Cotmehê ve didomin heta niha 400 kes hatin kuştin û 16 hezar kes jî birîndar bûne.