Sîsî û Hafter: Me hewldaneke nû ya siyasî da destpêkirin

Serokkomarê Misirê Abdulfetah Sîsî û Serokê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê General Xelîfe Hafter li hev civiyan. Di daxuyaniya hevpar de hate diyarkirin ku wan hewldaneke nû ya siyasî dane destpêkirin û banga agirbestê hate kirin.

Serokkomarê Misirê Abdulfetah Sîsî û Serokê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê General Xelîfe Hafter li hev civiyan. Piştî civînê daxuyaniyeke hevpar hate dayin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin  divê banga domandina muzakereyên Cenevreyê were nûkirin, dewleta Tirk û çeteyên wê di serî de, divê hêzên biyanî werin derxistin û çekên wan teslîmî Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê were kirin.