Şewba çûkan: Li Fransayê wê 1,3 mîlyon werdek bên kuştin

Li Fransayê ku di hefteyên dawî de şewba çûkan lê gelekî belav bûye, wê 1,3 mîlyon werdek bên kuştin.

Li başûrojavayê welêt, piştî ku şewba çûkan (H5N8) li 89 herêmên cuda hate dîtin, hikûmetê biryar da herî kêm 800 hezar werdekan bikuje. Di çarçoveya vê biryarê de wê li bajarên Gers, Landes û Haûtes-Peyrênêesê 800 hezar werdekên bi vîrûsê ketine, bên kuştin.

Bi kuştina van werdekan re eger vîrûsa H5N8 neqede, wê 500 hezar werdekên din bên kuştin. Di rewşeke bi vî rengî de wê 1,3 mîlyon werdek bên kuştin.

Şewba çûkan ku di meha Kanûnê de li bajarê Tarnê der bû, tê texmînkirin ku bi rêya çûkên ji welatên bakurê Ewropayê koç kirine, gihîştiye Fransayê.

Beriya Noelê bi qasî 600 hezar werdek li Fransayê hatibûn kuştin. Li gorî hejmarên fermî, şewba çûkan zêdeyî 80 mîlyon Euro xisar li sektorê kiriye.