Serokwezîrê Tirk Yildirim li DYA'yê hate şermezarkirin

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ku serdana DYA kir, dema li Qesra Spî bû hate şermezarkirin.

Bînalî Yildirim, dema ku bi Alîkarê Serokê DYA Mîke Pence derbasî Qesra Spî bû ji aliyê komekê ve hate şermezarkirin. Komê alên DYA, YPG û YPJ'ê hilda û li dijî AKP'ê dirûşm qîriya. Çalakgeran wêneyên Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û rêveberên HDP'ê yên girtî hildan û dowîzên bi nivîsa "Davûtoglû, Topbaş, Gokçek çû, dor hatiye Yildirim" vekirin.

Di dema serdana Serokkomarê Tirk Erdogan a meha Gulanê de parêzvanên wî êrîşî xwepêşandanê kiribûn û ji ber vê yekê jî firotina çekan ji bo parêzvanên Erdogan hatibû sekinandin û der barê hin parêzvanan de biryara girtinê hatibû dayin.