Serokwezîrê nû yê Îtalyayê Gîûseppe Conte ye
Li Îtalyayê piştî hevdîtinên 2 meh û nîv û şûnde bi koalîsyona nû hate avakirin, serokwezîrê hikûmetê hiqûqnas Gîûseppe Conte hate hilbijartin.
Li Îtalyayê piştî hevdîtinên 2 meh û nîv û şûnde bi koalîsyona nû hate avakirin, serokwezîrê hikûmetê hiqûqnas Gîûseppe Conte hate hilbijartin.
Piştî hilbijartina 4’ê Adarê û şûnde piranî partiyê rast û çep windakirin, di navbera Tevgera Stêrk (M5) a dijî NY’Yê dîsa Lîga Bakur (Lega Nord) a rastgirê tundraw koalîsyon hate avakirin.
Li ser lihevkirinên koalîsyona hikûmetê, Serokkomar Sergîo Mattarella navê endamê M5 Gîûsppe Conte pêşkêş kir.
Piştî ku Mattarelle serokwezîrtiya Conte erê kir û şûnde, li bendê ye ku hikûmeta nû ava bike û erka wê parve bike.
Conte yê 54 salî, li zanîngehê weke profesor kar dikir. Conte ji partiya M5 hatibû hilbijartin.