Serokwezîrê Hollandayê: Çavûşoglû dikare bê dîtina laleyan
Hikûmeta Hollandayê da xuyakirin, ku eger Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû ji bo berhevkirina dengan bê Hollandayê, wê bi xweşbînî neyê pêşwazîkirin.
Hikûmeta Hollandayê da xuyakirin, ku eger Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû ji bo berhevkirina dengan bê Hollandayê, wê bi xweşbînî neyê pêşwazîkirin.
Serokwezîrê Hollandayê Mark Rûtte got, "Mesele ne hatina wî (Çavûşoglû) ya Hollandayê ye. Dikare bê Muzeya Maûrîthûîs an jî eger di demsala xwe de vekiribe, dikare bê dîtina laleyan. Lê belê em naxwazin ku civînên siyasî lidar bixe."
Rûtte destnîşan kir, ku nekirina pêşwaziya fermî ji bo Çavûşoglû işareta herî xurt a li hember Tirkiyeyê ye, mutefîkê NATO ye.
Destûr nehatibû dayîn ku Çavûşoglû li bajarê Rotterdam ê Hollandayê civîna referandûmê pêk bîne.
Planên wezîrên Tirk ên li Elmanyayê jî hatibûn betalkirin. Awûstûryayê jî dabû xuyakirin, ku ew naxwazin kampanya siyasî ya biyaniyan li welatê wan bê kirin.