Serokwezîrê Filîstînê: Tevî nav xwe bikin, em ê dewletê ragihînin

Serokwezîrê Rêveberiya Filîstînê Mihemmed Iştiyye got heke Israîl Şerîaya Rojava tevî nav xwe bike ew ê dewleteke ku xwe dispêre ser sinorên sala 1967'an ragihînin.

Serokwezîrê Rêveberiya Filîstînê Mihemmed Iştiyye li Ramallahê ji endamên komeleya çapemeniyê yên biyan re axivî û got heke Îsralîl plana tevîxwekirinê bi pêş ve bibe ev ê bibe binpêkirineke giran a peymanên ku berê bi Rêveberiyê Filîstînê re hatibû kirin.

Iştiyye diyar kir,  ji bilî bidawîbûna hekvariya di qada ewlehiyê de, wê zen were ser tevahiya Israîlê.

Iştiyye got, ''Heke Israîl Şerîaya Rojava tevî nav xwe bike, em ê dewleteke li ser sînorên dema 1967'an ragihînin.''

Her wiha yekşemê Muzakerevanê sereke yê rêveberiya Filistînê Saîb Erekat ji qenala televîzyonê ya Kanal 12 re axivî û got, "Eger hûn metreyeke bi tenê ya Şerîa Rojava tevlî xwe bikin, ji her tiştên li navbera çem (Urdun) û deryayê (Derya Spî) biqewimin, hûn ê berpirsyar bin."

Erekat got, "Eger îlheq bê kirin wê Rêveberiya Filistînê nikaribe li ser piyan bimîne. Netanyahû (Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû) dixwaze Rêveberiya Filistînê hilweşe û Hamas li Şerîda Xezayê bidome."

Îlheqkirina beşeke girîng a Filistînê di plana DYE'yê de cih digire. Li gorî plana ku 28'ê Çileyê ji aliyê Serokê DYE'yê Donald Trûmp ve hate eşkerekirin, koloniyên Yahûdî yên ku ji sala 1967'an ve li Şerîa Rojava ya dagirkirî hatine avakirin û Geliyê Urdunê wê tevlî Îsraîlê bên kirin. Sînorê rojhilat ê Îsraîlê bi vî rengî tê destnîşankirin.

Plan, Qûdsê weke paytexta 'neparçebûyî' ya Îsraîlê pênase dike, taxên li qiraxa rojhilatê Qûdsê jî weke paytexta Filistînekê pêşniyar dike. Rojhilatê Qûdsê ji sala 1967'an ve ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagirkirin.

Di destê gelê Filistînê de halêhazir Şerîda Xezayê û Şerîa Rojava hene. Lê belê koloniyên Yahûdiyan ên neqanûnî yên li Şerîa Rojava ewqasî berfireh kirin, ku êdî mirov nikarin qala yekparebûna xaka Filistînê bikin.

Delagasyona Filistînê ya li Neteweyên Yekbûyî, rojên dawî pêşnûme biryarek derxist pêş ku nêta îlheqkirinê şermezar dike.