Serokkomarên Fransa û Îranê li ser xweşkirina têkiliyên herdu welatan axivîn
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron û hempîşeyê wî yê Îranî Îbrahîm Reîsî bi rêya telefonê axivîn û li ser xweşkirina têkiliyên navbera herdu welatan nîqaş kirin.
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron û hempîşeyê wî yê Îranî Îbrahîm Reîsî bi rêya telefonê axivîn û li ser xweşkirina têkiliyên navbera herdu welatan nîqaş kirin.
Alîkarê Reîsî Mûhammed Cemşîdî li ser Twitterê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku herdu rêveber li ser mijarên "danûstandinan (nukleer), bûyreên li herêmê, xurtkirina têkiliyan" axivîne.
Hate ragihadin, axaftina ku piştî berdana du welatiyên Fransayê ji aliyê Îranê ve pêk hat, 90 deqeyan dewam kir.
Benjamîn Brîere yê Gulana 2020'î hate girtin û Bernard Phelan ê 3'ê Cotmena 2022'an hate girtin, beriya mehekê hatibûn berdan.
Beriya niha di 10'ê Sibatê de jî lêkolînereke welatiya Fransa-Îranê Farîba Adelkhah hatibûn berdan.
Hate ragihandin ku Macron û Reîsî li ser 'nexşeyeke rê li hev kirine", lê di vê der barê de agahiyên berfireh nehatin dayin.
Li Îranê hîn jî çar Fransî girtî ne. Wezîra Karên Derve ya Fransayê Catherîne Colonna 16'ê Gulanê daxuyaniyek da û xwest ku ev kes tavilê bêne berdan. Her wiha diyar kiribû ku ji 12 welatên Yekîtiya Ewropayê 35 kes hîn jî li Îranê girtî ne.