Serokkomarê Mozambîk: Me terorîst ji Palma derxist

Serokkomarê Mozambîk Fîlîpe Nyûsî ragihand ku wan bajarê Palma ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirine.

Serokkomarê Mozambîkê Nyûsî di axaftina xwe ya xîtaba netewî de got: “Me terorîst ji Palma derxistin.”

Komên bi çek 24’ê Adarê êrîş berfireh biribû ser bajarê Palma ya nifûsa wê 75 hezar û bajar dagir kiribû. Di êrîşê de bi dehan sivîl jî di nav de polîs û leşker qetil kiribûn. Ev êrîş çeteyên DAÎŞ’ê li xwe girtibû. Li gorî Rêxistina Penaberan a Navneteweyî di dawiya meha Adarê de 11 hezar kes ji bajar reviyan e.

Hêzên hikûmeta Mozambîkê jî roja Yekşemê ragihandibû ku wan bajarê Palma bidest xistine.

Berdevkê artêşê Chongo Vîdîgel jî gotibû: “Me paqijiya bajar temam kir, bi temamî bi ewle ye.”