Serokkomarê Îranê dest bi tûra Efrîqayê kir

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ji bo tûra sê rojan a Efrîqayê li paytexta Kenya Naîrobiyê destpê kir.

Rêveberekî Îranî piştî 11 salan cara yekemîn serdana parzemîna Efrîqayê dike. Îbrahîm Reîsî destpêkê serdana Naîrobiyê kir.

Ev sedan di demeke welê de tê kirin ku Îran hewl dide tecrîda dîplomatîk a li ser xwe bişikîne.

Reîsî ji aliyê Serokkomarê Kenyayê Wîllîam Rûto ve hate pêşwazîkirin. Serokkomarê Îranê wê piştre serdana Ûganda û Zîmbabweyê bike.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ÎRNA'yê, li gel Reîsî Wezîrê Karên Derve û karsaz jî tevlî tûra Efrîkayê bûne.

Îran hefteya derbasbûyî beşdarî Rêxistina Hevkariya Şanghayê (SCO) bûbû ku Çîn û Rûsya endamên wê yên damezrîner e û di sala 2001'ê de ava bû.