Serokê Parlementoya Îranê bi koronavîrûsê ket

hat diyarkirin ku Serokê Parlementoya Îranê Alî Larîcanî bi koronavîrûsê ketiye.

Li gorî televziyona dewletê ya Îranê, Serokê Parlementoyê Alî Larîcanî ji ber hinek nişanên li ser laşê wî hatî dîtin, testa xwe çêkir.

Encama testa wî ya Covîd-19 pozîtîf derket. Li ser malperên înternetê yên televziyona dewletê hat gotin; “Niha di bin karantînayê de ye û tê tedawîkirin.”

Li Îranê li gorî rêjeya fermî 50 hezar û 468 nexweşên koronavîrûsê hatine teşhîskirin, ji vana 3 hezar û 160 kes mirine. Lê belê tê gumankirin ku hejmara rast pir zêdetire. Li gorî jêderên muxalifan li 237 bajaran 15 hezar û 500 kesan zêdetir jiyana xwe ji dest dane.