Serokê îstîxbaratê rê li ber partiya nîjadperest xistiye

Derket holê ku Serokê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Elmanyayê Hans-Georg Maassen timî bi lîdera partiya nîjadperest AfD'ê re hevdîtin kiriye. Tê gotin ku Maassen şîret li AfD'ê kiriye ji bo ji aliyê îstîxbaratê ve neyê şopandin.

Îstîxbarata Elman ku li şûna li dijî komên Neonazî yên li Elmanyayê têbikoşe bi ser rêxistinên çep, têkoşîna azadiyê ya Kurd, şoreşgerên Tirkiyeyî û Tamîlî ve diçe, derkete holê ku karekî din ê sosret kiriye. Partiya rastgiriya tund Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) ku di hilbijartinên giştî yên 2017'an de bi dengekî bilind cihê xwe li Meclîsa Federal girt, derket holê ku bi şîret û pêşniyarên îstîxbaratê tevgeriya ye.

Serokê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn Hans-Georg Maassen ku ji îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê berpirsyar e, payiza 2015'an gelek caran bi lîdera AfD'ê Fraûke Petry re rûnişt. Yek ji mirovên nêzî Petry Franzîska Schreîber bi navê "Inside AfD" pirtûkek nivîsî û tê de qala berfirehiya van hevdîtinan kir.

RÊ LI BER PARTIYA NÎJADPEREST XISTIYE

Schreîber wê wextê seroka koma rêxistina ciwanan a AfD'ê "Ciwanên Alternatîf" bû û piştre ji partiya xwe qut bû. Li gorî Schreîber, serokê îstîxbaratê şîret û pêşniyar li partiyê kiriye ji bo neyê şopandin. Diyar kir ku serokê îstîxbarata Elman ji AfD'iyan re gotiye, "Ez naxwazim partiya we bê şopandin."

Hate gotin, Maassen bi taybetî şîret li partiyê kiriye ku der barê endamê Meclîsa Eyaleta Thurîngenê Bjorn Hocke de lêpirsînê veke ku ev kesê weke îdeologê partiyê tê naskirin, bi gotinên xwe rejîma Nazî tîne bîra mirovan. Petry ku wê wextê serkêşa partiyê bû, Kanûna sala 2015'an bang li Hocke kiribû ji bo ji partiyê îstifa bike.

Piştî çend salan eşkere bû ku ev bang bi pêşniyara serokê îstîxbaratê hatiye kirin. Pirtûka Franzîska Schreîber ku di nava raya giştî ya Elman de deng veda, tê payin ku di nava çend rojan de bê weşandin.

MIKURHATINA 'EM BI HEMÛ PARTIYAN RE HEVDÎTINÊ DIKIN'

Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn jî sûcdariyên li Maassen tê kirin red dike. Berdevkekî rêxistinê ji rojnameya "Suddeûtschen Zeîtûng"ê re axivî û diyar kir ku saziya wan bi hemû partiyan re hevdîtinan dike, lê agahiyên berfireh neda.