Serokê dawî yê Sowyeta Bilind a YKSS a mir

Serokê dawî yê Sowyeta Bilind ê Yekîtitiya Komarên Sowyeta Sosyalîst (YKSS) Lukyanov, mir.

Sowyeta Bilind a YKSS'ê di pejirandina guherînên destûrî de organa herî bilişnd û tekane bû.

Piştî ku Mîhaîl Gorbaçov 1990'î hate ser peywira Seroktiya YKSS'ê Anatolî Lukyanov hate ser seroktiya Sowyeta Bilind a YKSS'ê.

Ajansa nûçeyan Tass ragihand Lukyanov di 88 saliya xwe de mir. Lukyanov ê parêzer, li dijî bernameya reformê ya Mîhaîl Gorbaçov, ku vê bernameyê hilweşîna YKSS'ê bi xwe re anîbû, muxalefeteke tund kiribû.

Lukyanov beriya hilweşîna YKSS'ê, piştî hilweşîna hewldana darbeya leşkerî ya 1991'ê hatibû girtin  û heta 1992'yan li girtîgehê mabû. Lukyanov piştre di navbeyna 1993-2003'yan de, di Dumasa Dewletê de, ku qanadê jêr ê parlamentoya Rûsyayê, di nav Partiya Komunîst de parlamenterî dikir.