Serokdewletê nû yê Kubayê îro tê eşkerekirin

Kuba, ku ji sala 1959'an dema şoreşê û vir ve ji aliyê Fîdel Castro û birayê wî Raûl ve hate birêvebirin, wê yekemcar serokdewletekî ku di şoreşê de cih negirt, hilbijêre.

Ji ber ku Fidel Castro sala 2006'an nexweş ket û sala 2016'an mir, birayê wî Raûl Castro li şûna wî bû serokdewlet. Niha jî li şûna Raûl Castro kesekî din wê bibe serokdewlet.

Meclîsa Neteweyî ya Kubayê ku duh li hev civiya, tê payin ku Alîkarê Yekemîn ê Serokdewlet Mîgûel Dîaz-Canel li şûna Castro hilbijêre.

Mîgûel Dîaz-Canel ê 57 salî namzetê yekane ye ku ji aliyê meclîsê ve hatiye nîşandan. Çav li rê ye ku bê hilbijartin.

Biryara dawî wê îro li gorî dema herêmê saet 09:00, li gorî dema Ewropayê saet16:00 bê eşkerekirin.