Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Serhildêr ber bi Etîyopyayê ve dimeşin

DYE ji bo banga ''çareya aştiyane'' di navbeyna TPLF û artêşa Etîyopya bike sefîrê xwe dişîne, ku TPLF ji Hezîranê ve li welêt gelek navendên stratejîk bi dest xistine.

Sefîrê Emerîkayê yê Stirhê Efrîka bi îdîaya ku şervan ber bi paytext Addîs Ababa dimeşin, ji bo banga 'çareya aştiyane'' îro wê serdana Etîyopyayê bike.

Şervanên Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê ku bi artêşa Etîyopyayê ev salak e li bakur şer dikin, îdîa kirin ku dawiya vê heftiyê li xaçerêya stratejîk a 400 km dûrî Addîs Adabayê bajarokên Dessîe û Kombolcha bi dest xxistine.

Her wiha Artêşa Rizgariya Oromo ku bi TPLF'ê re hevalbend e ragihand ku li ser rêya ku diçe paytextê jîgehên li başûr bi dest xistine.

Hikûmet her çendî van îdîayan red dike jî Sêşemê li tevahiya welêt Rewşa Awarte rahihand û bang ki ku gel ji bo ku Addîs Ababa bipareze rahêje çekan.