Serdegirtinên ji ber civîna G20 dewam dikin

Serdegirtina malan û binçavkirina ji ber protestoyên civîna G20 a li Elmanyayê, piştî 8 mehan jî dewam dikin.

Polîs, li gorî qeydên ku di protestoyên civîna bilind a G20 de kirin, diavêjin ser malan û mirovan binçav dikin.

Li Berlîn, Bonn, Koln, Gottînger û gelek deverên din ên Elmanyayê, polîsan di nava hefteyê de avêtin ser malan û dest danîn ser kompûter û telefonên destan.

Avêtin ser malên 6 kesên ji Baskê Ciwanan ê sendîkaya Ver.dî ya Bonnê. Nîls Jansen û Jûlya Kaûfmann du ji van kesan e, ku ji ANF'ê re qala bûyerê kirin.

Jûlya Kaûfmann diyar kir ku danê sibehê saet di 07:30 de bi tundî li deriyê wê dane û bêyî bihêle ku li parêzer bigere, yekser mala wê serûbin kirine. Kaûfmann anî ziman ku avêtine ser nexweşxaneya ku ew lê dixebite û ji bo sedema vê serdegirtinê jî tevlîbûna li xwepêşandanên G20 hatiye nîşandan. Kaûfmann got, "Di destê min de kevir tine bû, lê megafoneke spî hebû. Tevî ku bi vê zanin jî hewl didin krîmînalîze bikin. Ez li dijî şer im, ez aştiyê dixwazim. Piştgiriyê didim Kurdan, lewma tevlîbûna li xwepêşandanên protestoyî mafê min ê herî xwezayî ye. Serdegirtina polîsan, derbeke ku li mafên bingehîn ên mirovan; mafê xwepêşandan û meşê hatiye xistin."

Xwendekar Nîls Jansen jî anî ziman ku ew serdegirtina malan weke rewşeke gelekî nexweş dibîne û diyar kir ku polîsên li Hambûrgê şîdeteke mezin bi kar anîn hewl didin xwe mafdar nîşan bidin. Jansen bi bîr xist ku aktîvîstê ciwan ê Îtalyayî Fabîo, tevî ku kevirek jî di dest de nebû û dozger jî sûcekî wî tespît nekir, ji meha Nîsanê û vir ve girtî ye. Jansen got, "Di dewama vê de avêtin ser malan. Halbûkî me mafê ku destûra bingehîn daye me, mafê xwepêşandana qanûnî bi kar anîn. Nabe ku mafê me yê xwepêşandanê ji destê me bigirin."