Senatoya DYA’yê pêkirina F-35 a li ser Tirkiyê pejirand

Senatoya DYA’yê pêşnûmeya yasayê ku dane balafirên şer F-35 a ji bo Tirkiyê radiwestîne, pejirand.

Piştî ku Wezareta Gencîneyê ya DYA’yê biryara pêkirinê li ser du wezîrên Tirk da, rawestandina balafirên şer F-35 jî pejirand.

Pêşnûmeya yasayê heftiya bihurî ji hêla Meclîsa Nûneran ve, ku qanadê jêr a Kongreya DYA’yê ye, hatibû qebûlkirin. Pêşnûmeya ku hatî ber destê senatoyê li dijî 10 dengan bi 87 dengan hate qebûlkirin. Senato ji 100 kursî pêk tê.

Di pêşnûmeyê de rayeyê dide Wezareta Berevaniyê ku 7.6 milyar dolar ji bo balafirên şer F-35’an were xerckirin, ku balafir ji hêla şîrketa DYA’yê Lockheed Martîn ve tê hilberandin. Di nav şîrîkên vê şîrketê de Tirkiye jî heye. Lê pêşnûmeya têkilî sala darayî ya 2019’an a bi 717 milyar dolarî ya wezaretê, bi xaleke wiha ye ku derfetê die ku balafirên şer ên navborî nedin Tirkiyê.

Pêşnûmeya ku hatî qebûlkirin şandin ber destê Serokê DYA’ê Donald Trûmp. Piştî ku Trûmp jî îmze kir û bû yasa, herî dereng din av 90 rojî de tê payin ku raporeke derbarê têkiliya DYA ûTirkiyê de were amadekirin. Heta ku rapor biçe Kongreyê wê ne pêkan be ku F-35’an bifiroşin Tirkiyê.

Di pêşnûmeyê de peymana di navbeyna Tirkiyê û Rûsyayê de, ya li ser pergala berevaniya hewayî S-400 û girtina Keşeyê Amerîkî Andreew Brûnsun tê destnîşankirin.