Senatoya DYA danekirinên nû li ser Rûsyayê ferz dike
Senatoya DYA, projeyeke nû ya danekirinê, ku bi îdîaya destwerdana Rûsyayê ya li hilbijartinên serokatiyê hate amadekirin, erê kir.
Senatoya DYA, projeyeke nû ya danekirinê, ku bi îdîaya destwerdana Rûsyayê ya li hilbijartinên serokatiyê hate amadekirin, erê kir.
Bi vê biryara nû ya danekirinê re tê xwestin, pêşî li sivikkirina zextên li ser Rûsyayê were girtin, ku Donald Trûmp bi rengekî yek alî ev zext sivik kiribû. Projeya danekirinê li hemberî 2 dengên dijber, bi 97 dengan hate qebûlkirin. Metna ku weke pêşniyara guhertinê hate qebûlkirin, ji bo biryara dawî ya li Senatoyê li ser were dayin, lazim e careke din pêşkêşî dengdanê were kirin. Dûre jî divê ji aliyê Meclîsa Nûneran ve bê erêkirin.
Ev metna ku danekirinên ji aliyê Serokê berê Barack Obama ve hatibûn ferzkirin bi rêk û pêk kiriye, wê li hemberî Rûsên bi sûcên gendelî, binpêkirina mafên mirovan û êrîşa sîber tên sûcdarkirin, danekirinên nû ferz bike.
Destwerdana li krîzên li Ûkrayna û Sûriyeyê jî, çend ji sedemên danekirinan e. Tevî vê yekê, ji êrîşên sîber ên 2016'an û kampanya dezenformasyonê jî Rûsya berpirsyar tê dîtin. Ev danekirinên nû li qanûneke ku hê mijara nîqaşê ye, hatine bicihkirin. Tê payin ku ev danekirin bên qebûlkirin.
Bi vê qanûnê re, danekirinên li ser Îranê jî tê girankirin, ku Îranê bi 'destekdayina ji bo çalakiyên terorîst ên navneteweyî' sûcdar dike.
Di rojên pêş de wê ji bo erêkirinê, qanûn pêşkêşî çend dengdanan were kirin. Piştre jî ji Meclîsa Nûneran re bê şandin.