Senatorê DYA'yî ji ber Tirkiyeyê rexne li Pompeo kir

Senator Robert (Bob) Menendez di rûniştina Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de axivî û polîtîkaya welatê xwe ya li ser helwesta Tirkiyeyê ya li dijî Sûriye û Rojava rexne kir.

Di rûniştina Komîsyona Karên Derve ya Senatoyê de Robert Menendez ê ji partiya demokrat pirs ji Wezîrê Karên Derve Mike Pompeo pirsî û işaret bi polîtîkaya li ser Tirkiyeyê ya êrîşî Kurdan dike, kir.

Menendez wêneyekî civîna bilind a 4'ê Nîsanê ya li Enqereyê nîşan da ku lîderên Tirkiye, Rûsya û Îran bi hev re bûn û bal kişand ser kêmasiya nebûna DYA li civîneke li ser paşeroja Sûriyeyê.

Menendez got, "Ya ku şaş e, ne nebûna DYA li nava wî wêneyî ye. Ya şaş Tirkiye ye ku qaşo hevalbendê me yê NATO'yê ye, lê li dijî pîvanan tevdigere û ji Rûsyayê fuzeyên S-400 kiriye. Yanî Tirkiye ku hevalbendê me ye, êrîşî Kurdan dike ku ji bo têkbirina DAÎŞ'ê me pişta xwe spartine Kurdan."

Menendez pirsî ku civîneke bi vî rengî ya li ser paşeroja Sûriyeyê ku DYA lê ne amade bû, wê bandoreke çawa bike?

Mike Pompeo jî got, welatê wan dikare bibe beşek ji hevdîtinên bi vî rengî.

Pompeo li ser dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve got, dagirkeriyê rewş bêhtir tevlîhev kiriye.