BI DÎMEN

Senator Gavan: Divê Abdullah Ocalan azad bibe, pêşengiyê ji danûstandinan re bike

Senator Paul Gavan got, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo misogerkirina aştî û edaletê ya ji gelê Kurdistanê re xwedî girîngiyeke esasî ye.

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê tê ragirtin û ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve jî bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Daxwaza parêzeran û malbatê ya ji bo hevdîtinê ji aliyê dewleta Tirk ve bi hinceta 'cezayên dîsîplînê' tê astengkirin.

Ji 10'ê Cotmeha 2023'an û vir ve ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statuya gelê Kurd pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' dewam dike. Endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û Senatorê ji Sinn Feinê Paul Gavan di salvegera pêngavê de axivî, banga xwe û partiya xwe bi bîr xist û got, "Banga min û ya partiya min Sinn Feinê gelekî zelal e. Divê hikumeta Tirk Abdullah Ocalan berde."

Senator Paul Gavan diyar kir ku haya wan ji tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê azadiya wî ya fîzîkî misoger bibe. Gavan got, "Her cara ku tevlî Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê dibim, dibînim ku jin û mêr ên Kurd radibin ser piyan, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin û dixwazin ew bê berdan. Haya min ji êşkence û zilma li wî tê kirin heye."

Senator Paul Gavan destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurdistanê xwedî girîngiyeke esasî ye û got, "Her wiha zanim ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo misogerkirina edalet û aştiya ji bo gelê Kurdistanê xwedî girîngiyeke bingehîn e.

Ji ber vê jî banga min û ya partiya min Sinn Feinê gelekî zelal e: Divê hikumeta Tirk Abdullah Ocalan serbest berde. Divê destûrê bide wî ku karibe pêşengiyê ji aştî, edalet û danûstandinê re bike. Divê ev bang li cîhanê deng vede."