Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 8’ê Kanûnê ve ye êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir dike. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD) Û Yekîneyên Parastima Gel (YPG) li hemberî van êrîşên dagirkeriyê têkoşîna xwe mezintir dikin. Şervanê QSD’ê Qendîl Heleb ku di nava têkoşîna Bendava Tişrînê de cihê xwe digire ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku wan êrîşên dewleta Tirk ên li ser bendav û derdorê wê pûç kirine û bal kişand ser berxwedana şervanan.
‘WÊ NIKARIBIN DERBASÎ SER XAKÊN ME BIBIN’
Şervanê QSD’ê Qendîl Heleb ku di nava têkoşîna Bendava Tişrînê de cih digire bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: ‘’Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrîşên berfireh pêk anîn. Hemû kes baş dizane ku Bendava Tişrîn û derdora wê ku niha lê şer û pevçûnên dijwar hene, gav bi gav bi xwîna şehîdan hatiye avdan; bi kedeke mezin hate azadkirin. A niha jî dewleta Tirk dixwaze bi awayekî hêsan Bendava Tişrînê bi dest bixe. Ev yek ne pêkan e. Em bi tu awayî rê nadin dewleta Tirk a dagirker ku lingê xwe biavêje ser xaka me.’’
‘GUH NEDIN PROPAGANDAYÊN REŞKIRINÊ’
Qendîl Heleb da zanîn ku propagandayên ku dewleta Tirk Bendava Tişrînê bi dest xistiye, derew in û got: ‘’Dibêjin ku me Bendava Tişrînê bi dest xistiye, me hin kes dîl girtine û teslîm dibin û dikarin şerê xwe yê taybet bixin dewrê lê belê heqîqet li ber çavan e. Divê tu kes guh nede propagandayên reşkirinê yên ji aliyê dagirkeran ve tên pêşxistin.’’
ÊRÎŞ TÊN PÛÇKIRIN
Qendîl Heleb diyar kir ku têkoşîna wan bi awayekî xurt berdewam dike û ev yek anîn ziman: ‘’Ya rast ev e ku şervanan li hemberî êrîşên dewleta Tirk têkoşîneke bêhempa nîşan dan. Her wiha şervana bersiv da êrîşan û êrîşên wan pûç kirin. Êdî nikarin bi awayekî hêsan êrîş jî bikin. Dewleta Tirk wê nikaribe Bendava Tişrînê dagir bike. Di hemû êrîşan de wê bi têkoşîna şervanan re rû bi rû bimîne.’’
‘WERIN TEVLÎ TÊKOŞÎNA DÎROKÎ BIBIN’
Şervanê QSD’ê Qendîl Heleb di dewama axaftina xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Em ê tu caran rê nedin ku xakên me yên bi xwîna şehîdan hatine azadkirin, werin dagirkirin. Em ji gelê xwe re soza xwe dubare dikin ku em ê xakên xwe biparêzin û li hemberî talan û qirkirinan rawestin. Em ewladên vî gelî ne.’’
Şervanê QSD’ê Qendîl Heleb di dawiya axaftina xwe de bang li jin û mêrên ciwan kir ku tevlî têkoşînê bibin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Divê hemû kes di nava vê têkoşîna dîrokî de cihê xwe bigire. Têkoşîna me wê di dîrokê de cihê xwe bigire û dîrok wê tu caran me ji bîr neke.’’