Sefîrê NY’yê ragihand ku serdana Şamê ‘baş’ derbas bû!

Sefîrê NY yê Sûriyeyê Geîr Pedersen ragihand ku serdana li Şamê ‘baş’ derbas bû.

Geîr Pedersen ji bo destpêkirina pêvajoya siyasî di çarçoveya avakirina komîteya destûra bingehîn de serdana Şamê kir.

Pedersen ê piştî civîna bi Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Velîd Mûallîm re kir û şûnde daxuyanî da got: “Îro, li gel gotûbêja bi Wezîrê Karê Derve Birêz Mûallîm re rêze gotûbêjên baş pêk hatin.”

Pedersen got: “Hemû pirsgirêkên girêdanên komîteya destûra bingehîn asteng dikirin hatine destgirtin.”

Komîteya erka nivîsandina destûra bingehîn a Sûriyeyê 50 ji rejîmê, 50 ji ‘muxalîf’ û 50 kes jî ji aliyê NY’yê ve hatibûn hilbijartin bi giştî 150’an kesan pêk tê.

Di navbera Şam û NY’yê de li ser navê ku wê di lîsteyê de hebin demek dirêj gotûbêj hatibûn kirin.

Mebesta ji muxalefetê tiştek zelal nehate gotin. Di rewşa heyî de di warê muxalefeta demokratîk de ji derveyî Kurdan ti bandora hêzeke din nîne. Li hinek herêmên ku Tirkiye dagir kiriye, komên çete hene û li vir sîstematîk sûcên şer dikin.

Kurd û Federasyona Bakur-Sûriyeyê pêşengtî dike di nava komîteyê de cih nagire.