Sedir ji bo hilbijartineke pêşwext banga hilweşandina parlementoyê kir

Serokê Tevger Sedir Muqteda Sedir bi peyamekê banga hilweşandina Parlamentoya Iraqê û lidarxistina hilbijartina pêşwerx a Parlmentoyê kir.

Serokê Tevger Sedir Muqteda Sedir di peyama xwe de têkildarê hevdîtinên bi aliyên din ên pêkhateyên siyasî yên parlementoyê ragihand ku ew ne li dijî ti kes û aliyekê ne û diyar kir: “Me li gel wan guftûgo ceriband. Me dît ku çi bi serê welat hat, wêrankarî li pey hat. Piştre gel gotina xwe got, guftûgo li gel wan sûdê nade. Em ti car rijandina xwînê naxwazin, lê belê reform bi qurbanîdanê pêkan dibe. Ez amade me ku ji bo reform, rizgariya gel û niştiman şehîd bibim. Ey xelkê Iraqê, eger hûn guhertin û reformê dixwazin, ez li benda we me. Eger hûn rewşa niha dixwazin jî hûn dizanin.”

Sedir diyar kir ku tiştê niha diqewime, pêşbaziya li ser desthilatê ye û wî hîn biryar nedaye ku tevlî hilbijartinên dema pêş bibe.

Sedir anî ziman ku ew bawer e piraniya gel ji vê çîna desthilatdar aciz bûye û ew jî jê ne razî ne û got: “Em bi riya proseyeke demokratîk a aştîxwaziya şoreşgeriyê daxwaza referomê dikin.”

Serokê Tevger Sedir Muqteda Sedir ragihand ku divê xwepêşander û şoreşger bimînin û berdewam bikin.