Sedîq Ûsiv: Divê lihevkirina Tirkiyê û El Beşîr betal bibe

Sedîq Ûsiv: Lihevhatina Dewleta Tirkiyê bi Sûdanê re li ser Sewakin ta niha berdewam e. Divê hemî lihevhatinên Rêjîma El-Beşîr werin betal kirin.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komînist a Sûdanê Sedîq Ûsiv, daxwaza betalkirina rêkeftina di navbera rejîma Beşîr û dewleta Tirkiyê de ya li ser Sewakinê kir, herwiha diyar kir ku ev rêkeftin ta niha berdewam e û ev yek wê kirîzeke mezin çêbike.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komînist a Sûdanê Endezyar Sedîq Ûsiv destnîşan kir  navçeya Sewakin ya ku di dawiya desthilatdariya Omer El-Beşîr de bibû cihê guftûgoyan, piştî ku bi Tirkiyeyê re peymanek di derbarê wê de hate îmzekirin, ku mafê avakirina baregeheke leşkerî dide Tirkiyeyê, nehatiye guhertin. Her du aliyan destwerdan û hewildan kirin bi amanca avakirina baregehek leşgerî li ser Deryaya Sor û bi taybetî li Sewakinê.

Sedîq Ûsiv di hevdîtinekê bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re diyar kir ku, her du alî Tirk û Rûsiya ne û bal kişand ku Rûs dixwazin li devera Sewakinê baregehek leşkerî li ser Deryaya Sor ava bikin.

Sedîq diyar kir ku, girava ku li ser hatibû lihevkirin ew bi pênc kîlometreyan dûrî bajarê Sewakin e û ji dema ku bi Omer El-Beşîr re li hev kiribûn ku wê radestî wan bikin heta niha Tirkan ti avahî li ser pêk neanînin, lê di heman demê de wî destnîşan kir ku ev peymana ji aliyê El-Beşîr ve hatiye îmzekirin hîn jî derbasdar e û nehatiye betalkirin.

Sedîq got, ''Di vê çarçoveyê de em bang dikin ku hemû peymanên ji aliyê Omer El-Beşîr ve hatine îmzekirin, weke ya bi Tirkiyeyê re hatiye îmzekirin, bên betalkirin."

Sedîq bal kişand ser helwesta Rûsiya a ku dixwaze di heman deverê de ji xwe re baregehekê ava bike û got," Birêz El-Burhan (Ebd El-Fetah El-Burhan) rê da Rûsan bo avakirina beregehek leşgerî ji xwe re li ser Deryaya Sor ya nêzî Sewakinê".

Û eger ev yek bê wateya ku Rûsiya li Sûdanê ser Deryaya Sor bi cih bibe, wiha bersiv da: Belê, piştî 25'ê Cotmehê hate gotin ku Encûmena Ewlehiyê wê civînekê lidar bixe, lê Rûsiya û Çînê ev yek nepejirandin û paşê ew li hev civiyan û ji ber zexta Rûsiya û Çînê daxuyanıyeke lawaz hate dayîn.

Di derbarê gelo mebesta wî ji vê yekê eve ku ev belge ji aliyê Rûsan ve bi avakirina baregeha leşkerî, li ber çavê civaka navdewletî hatiye xurtkirin got,''Berjewendî û dezgehên aborî ên Rûs û Çînê ên mezin li Sûdanê hene û li ser vê bingehê lihevhatin di navbera wan û Xuhermenda berê ya 'Umer El-Beşîr de pêk hatibû bi taybetî bo hinartina zêr û bazirgana ji çekan re û sûtemenî ji Çînan re ji ber ew ên ku li Sûdanê sûtemeniyan derdixin û metirsîdar in li ser berjewendiyên xwe  lewma piştgiriya cîranên xwe yên kevin dikin.