Scholz bersiv da Erdogan
Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz, bersiv da Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku got ger bê hiştin Tirkiye bikeve nav YE’yê, ew ê jî ber li Swêdê vebikin ku bikeve nav NATO’yê.
Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz, bersiv da Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku got ger bê hiştin Tirkiye bikeve nav YE’yê, ew ê jî ber li Swêdê vebikin ku bikeve nav NATO’yê.
Olaf Scholz ku di civîneke çapemeniyê ya li Berlînê de axivî, diyar kir ku gotûbêjên ji bo Tirkiye bibe endama YE’yê û ketina nav NATO’yê ya Swêdê bi hev re ne têkildar in.
Scholz da xuyakirin ku tu astengî nîn e li ber Swêdê da ku bikeve nav NATO’yê û got: ‘’Divê wek du mijarên têkildarê hev û din, nirxandin neyê kirin.’’
Erdogan ku neyartiya bi Kurdan re wek astengî daniye ber Swêdê ji bo nekare bikeve nav NATO’yê, beriya lûtkeya NATO’yê ev şantaj kir: ‘’Rê li ber Tirkiyeyê vebikin ku bikeve nav YE’yê. Me çawa ber li Fînlandiyayê vekiribe em ber li Swêdê jî vebikin.’’