SARS-CoV -2 dibe ku zûtir dest pê kiribe

Di lêkolînekê de ya ku li DYE'yê hatî kirin hate gotin pandemiya vîrusa koronayê ku tê zanîn kanûnê derketiye holê, hate gotin dibe ku tebaxê derketibe, otorîteyên Çînê helwesteke tund li dijî vê nîşan dan.

Di lêkolînekê de, ya ku Harvard Medîcal Schoolê kirî, wêneyên 'parkên wesyatiyan' ên hin nexweşxaneyên Çînê yên bi rêya peykê û lêpirsinên semptomên li ser înternetê hatine lêkolan. Bi vê çarçoweyê tê xuyakirin li gel dîmenên li nexweşxaneyên Wuhanê, ku têzanîn weke cihê berbelabûna pandemiyê ye, di motorên lêgerînê de gelek caran li semptomên mîna, ''zikçûn'ê û ''kuxikê'' çêbûne.

Di lêkolînê de hate gotin nexasim lêgerînên li ser înternetê yên weke semptomên zikçûnê piştî tebaxa 2019'an li gorî şewba salên par zêdetir bûye. Her wiha tê diyarkirin ku lêgerînên derbarê kuxikê jî zêdetir bûne û hate gotin vîrûsa koronayê ya bi navê SAR-CoV-2 li Çînê gelekî ji beriya koronayê dest pê kiriye.

Rêveberiya Çînê li dijî vê îdîaya helwesteke tund nîşan da. Berdevkê Karê Derve ya Çînê Hua Chunyîng têkilî îdîayan, got, ''kenê mirov pê tê''. Ha Chunyîng ji Reutersê re axivî û got, zêdebûna trafîkê ya li hin nexweşxaneyan weke delîlê nîşandana vê, 'pir kenê mirov tîne.''