Ew Sardalyayî kî ne ku Îtalyanî herikandin kolanan?

Li paytexta Îtalya Romayê Şemiyê bi deh hezaran kes li dijî rastgiriya tund daketin kolanan.

Çalakiya li Romayê bi pêşengiya antîfaşîstan pêk hat ku xwe weke "Sardalyayiyan" pênase dikin. Bi deh hezaran kes tevlî çalakiyê bûn. Çalakgerên ku li qada li pêşberî bazîlîkaya Saînt-Jean de Latranê li hev kom bûn nêrînên rastgiriya tund şermezar kirin.

Tevgera Sardalyayiyan ku li eniya çepgiriyê ye, di 14'ê Mijdarê de li bajarê Bolognayê bi banga çar kesan bi meşekê eşkere bû. Bi rengekî surprîz 15 hezar kes tevlî meşê bûn û gotinên 'cihêkarî û nefretê' yê lîderê Lîga Bakur Matteo Salvînî yê rastgir hatin şermezarkirin.

Ji hingî ve bi dehan çalakî hatin kirin û strana Bella Cîao lê hate gotin. Bi giştî li Mîlan, Floransa, Napolî û Palermoyê 300 hezar mirov daketin qadan.

Li Romayê di xwepêşandana Şemiyê de jî strana navdar a antîfaşîstên Îtalyanî Bella Cîao hate gotin.

Sardalyayiyên ciwan û nifşê sêyemîn bi peya, bisiklêtan û bi kursiyên astengdaran tevlî çalakiyê bûn.

Ji damezrînerên vê tevgerê Mattîa Santorî li qada çalakiyê axivî û got, "Em rîskê didin pêş çavên xwe; Sardalyayî wê bibin çareserî ji hemû nebaşiyan re. Lê belê li vir Sardalya nîne, mirovên welê hene ku bi nêrînên xwe qad dagirtine û nêrîna ji yek tîpî ya ku populîzmê hêsan kiriye weke dijmin dibîne."