Saray Guven roja hate revandin hatiye kuştin

Tê gotin, jina Kurd Saray Guven ku roja Înê cesedeê wê li daristana bajarokê Munster a nêzî bajarê Frankfûrtê hate dîtin, 20'ê Tebaxê roja hate revandin hatiye kuştin.

Lêkolîna pisporên tipa edlî ya li ser sedema mirina Guven dewam dike.

Dayika 3 zarokan Saray Guven a 47 salî, ku li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê dima, roja 20'ê Tebaxa 2017'an piştî ku karê wê qediya û vedigeriya malê, winda bûbû. Cesedê Guven, piştî 12 rojan roja Înê li daristana bajarokê Munsterê yê bi 37 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Frankfûrtê ye, ji aliyê kesekî ji xwe re li nava daristanê dimeşiya ve hate dîtin.

Lêkolîna polîs û pisporên tipa edlî ya li ser şêweyê kuştina Saray Guven a ji Dêrsimê, dewam dike. Pisporên tipa edlî, di otopsiya destpêke de sedema mirinê nekarîn tespît bikin. Tê gotin, Guven 20'ê Tebaxê roja hate revandin hatiye kuştin.

Pisporekî agahî da rojnameya Bîldê û diyar kir, li ser cesedê Guven şopa şîdeta tê zanîn (mîna birîn, lêdan) nehatiye dîtin. Pispor texmîn dikin ku Guven bi jehrê hatiye kuştin û ji ber vê yekê dest bi otopsiyeke duyemîn kirin.

Li gorî pisporan, Saray Guven piştî ku li cihekî din jiyana xwe ji dest da, cesedê wê avêtiye nava daristanê. Dozgeriya Frankfûrtê jî ragihand, ku lêpirsîna li ser cînayetê dewam dike û heta zelal nebe, ew ê daxuyaniyeke berfireh nede.

Bersûc Hayreddîn Tandogan ê 51 salî, ku herî dawî bi Guven re li cihekî nêzî Frankfûrtê hate dîtin, roja 26'ê Tebaxê li bajarê Colmar ê Fransayê hate binçavkirin. Tê payin ku bers3uc Tandogan di rojên pêş de radestî Elmanyayê were kirin.