Salvegera 41. a berxwedana mezin: Soweto

Li gelemperiya Afrîkayê 'Roja Zarokên Afrîkî' tê pîrozkirin. Lê îro salvegera 41. a berxwedana mezin a bi sedan zarokan e, ku ji ber xwedî li zimanê xwe yê dayikê derketin, ji aliyê rejîma Apartheîdê ve hatin kuştin.

Li dijî perwerdeya bi zimanê Afrîkaans, ku rejîma nîjadperest li ser wan ferz dikir, bi deh hezaran zarokên ji Sowetoyê, bêyî ku zanibin astengiyeke girîng li pêşiya têkoşîna azadiyê rakirine, daketibûn kolanan.

BERXWEDANA KU LI DIJÎ PÊŞÎGIRTINA LI PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ DEST PÊ KIR

Di sala 1974'an de Wezîrê Perwerdeya Bantû û Pêşvebirina Îdarî ya rejîma Apartheîdê Mîchîel Coenraad Botha biryarnameyek weşand û astengî derxist bikaranîn zimanê reşikan di perwerdeyê de. Li gorî vê biryarnameyê, li dibistanên Bantû wê ders bi zimanê Afrîkaans ku zimanê spiyên Başûrê Afrîkayê ye û bi zimanê Îngilîzî bihata dayin. Tenê dersên ol, muzîk û çandê bi zimanê dayikê werin dayin.

Di wê demê de herêmên bi navê Bantûstan hebûn, ku tenê destûr ji mayina 20 kabîleyên Bantû dihate dayin û xwedî asteke xweseriyê bûn.

Ev biryarnameya ku zimanê Afrîkaans ê nêzî Flamanî ye ferz dikir, di 1'ê Çileya 1975'an de kete meriyetê. Şêniyên xwecihî, zimanê Afrîkaans zimanê rejîma Apartheîdê didîtin û li şûna Afrîkaans, zimanê Îngilîzî yê ku li qada navneteweyî derbasdar e, tercîh dikirin. Nerazîbûna li hemberî rejîma Apartheîdê piştî vê biryarnameyê zêdetir bû.

Alîkarê Wezîrê Perwerdeyê yê rejîma Apartheîdê Pûnt Janson jî bi gotinên nîjadperestî ev biryarname parastibû. Janson îdîa kiribû, ku reşikên li çîftlîk û febrîqeyên bi zimanê Afrîkaans an jî Îngilîzî tê axaftin dixebitin, lazim e bi van zimanan zanibin û gotibû, "Di mijara zimanê perwerdeyê yê mirovên ji nîjadê reşik, em çima dest bi şer bikin?"

Wezîrê nîjadperest anîbû ziman, ku li ser zimanê perwerdeyê wê nêrîna reşikên li Bantûstanê dijîn neyê girtin û ev pêkanîn spartibû destûra bingehîn a nîjadperest a Komara Başûrê Afrîkayê.

ZIMANÊ REJÎMA ZORDAR QEBÛL NEKIRIN

Hewl dihat dayin, ku zimanê Afrîkaans bigihînin asta zimanê îngilîzî û zimanên Bantû tine bên hesibandin. Hem gel hem jî mamosteyên reşik ji vê rewşê gelekî aciz bû bûn. Ji xwe di çavê gelek reşikan de Afrîkaans zimanê spiyên rejîma zordar bû.

Nerazîbûna herî mezin li bajarê bi navê Soûth West Townshîp (Soweto) rû dida, ku şêniyên vî bajarî tenê reşik bûn. Li vî bajarê ku ji ber zextên rejîma Apartheîdê xizan hate hiştin, li dijî zextên ku zimanê Afrîkaans dihate ferzkirin, xwendekaran dest bi berxwedanê kirin.

BERXWEDANA LI ORLANDO-WESTÊ DEST PÊ KIR DENG VEDA

Di 30'ê Nîsana 1976'an de xwendekarên li taxa Orlando-Westê ya bajarê Soweto, li dijî qedexekirina zimanê xwe biryara grevê dan û dibistan boykot kirin. Vê tevgera berxwedanê li taxên din jî deng veda. Di Gulana 1976'an de xwendekarên li taxên din jî nexwestin biçin dibistanê.

Xwendekaran dixwestin, qedexeyha li ser zimanê wan bê rakirin û bi çi rengî nêzî xwendekarên spî dibin, bi heman rengî nêzî wan jî bibin.

Piştî ku vê berxwedanê di nava gelê heta wê çaxê hatibû bêdengkirin qebûl bû, Komîteya Aksiyonê ya Soweto di 13'ê Hezîranê de civînek lidar xist û biryar da di 16'ê Hezîranê de grev û xwepêşandaneke mezin lidar bixe. Tevgera li dijî rejîma Apartheîdê ya bi navê Tevgera Hişmendiya Reşik (Black Consciousness Movement), ku Steve Bîko pêşengî jê re dikir, destek dida vê çalakiyê.

BI DEH HEZARAN XWENDEKAR DAKETIN KOLANAN

16'ê Hezîrana 1976'an ku wê rê li ber hişmendiya rêya azadiyê ya gelê Afrîka Başûr vekira û berxwedana li dijî rejîma Apartheîdê hê bi wêrekî bimeşanda, di heman demê de destpêka bûyerên mezin bû.

Bi deh hezaran zarokên li dibistanên li Soweto û xwendekarên li zanîngehan dixwînin, beşdarî vê banga çalakiyê ya li dijî zexta zimanê Afrîkaansê bûn. Xwendekaren ji 20 dibistanan bi rê ketin, bûn kortejeke mezin û xwestin ber bi Stadyûma Orlando ve bimeşin.

FERMANA 'ÇI DIBE BILA BIBE, WÊ JI HEV BÊN BELAVKIRIN' HATE DAYIN

Xwendekaran bi pankart û dowîzên xwe bi rengekî aştiyane daxwazên xwe danîn ziman û hewl didan bi polîsên rejîma zordar re neyên peşberî hev. Xwendekaran li dijî ferzkirina zimanê Afrîkaansê, Serokwezîrê wê demê John Voster protesto dikirin. Rejîma Apartheîdê jî bi qasî 50 polîs şand cihe çalakiyê.

Li hemberî 10 heta 20 hezar xwendekarên çalakger, Wezîrê Edaletê Jîmmy Krûger ev ferman da: "Çi dibe bila bibe, divê xwendekar ji hev bên belavkirin."

Bi vê armancê gelek polîsên çekdar ji Johannesbûrgê ji vê derê re hatin şandin. Beriya hatina van hêzên rejîmê, danê sibehê di navbera xwendekar û polîsên li heremê de şer dest pê kiribû.

Tevî ku temamiya xwendekaran bi rengekî aştiyane tevdigeriyan jî, hate îdîakirin ku hin ji xwendekaran kevir avêtine polîsan.

PÎETERSON Ê JI ALIYÊ KLEÎNGELD VE HATE KUŞTIN BÛ SEMBOLA BERXWEDANÊ

Midûrê polîsan Johannes Kleîngeld li bendê nema ku xwendekar bi rengekî aştiyane ji hev belav bibin û ferman da ku gule li xwepêşandêran bê reşandin. Xwendkarê destpêkê yê bi fermana Kleîngeld hate kuştin, Hecktor Pîeterson ê 13 salî bû. Pîeterson ku wê piştre bibûya yek ji sembolên berxwedanê, tê texmînkirin ku bi fîşeka ji çeka Johannes Kleîngeld hate berdan, jiyana xwe ji dest da.

TEVÎ KU APERTHEÎDÊ GOT 23 YE, LÊ WÊ ROJÊ BI SEDAN XWENDEKAR HATIN KUŞTIN

Ji ber êrîşa polîsan wê rojê 23 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku 21 ji van reşik bûn. Her çend rejîma Apartheîdê îdîa kir ku di Serhildana Soweto de 23 kesan jiyana xwe ji dest dane, 220 kes jî birîndar bûne, çavkaniyên serbixwe ne xwedî heman nêrînê ne. Hin çavkanî dibêjin, ev hejmar 570 ye. Piştî komkujiyê, nexweşxane û klînîkên li Soweto û derdora wê bi zarokên birîndar tijî bûn. Tê zanîn, doktoran navê zarokan ji polîsan veşartin.

Li gorî hin çavkaniyan, rejîma Apartheîdê li Sowetoyê bi dehan, li gorî hin çavkaniyan jî bi sedan xwendekarên reşik qetil kir. Rejîma Apartheîdê di 17'ê Hezîranê de bi hezaran polîsên bi çekên giran şandibû herêmê. Li Sonweto û Johannesbûrgê, ku yekîneyên artêşê jî ketin alarmê, berxwedanê bi rojan dewam kir. Bi sedan otobus û wesayitên taybet hatin şewitandin.

XWENDEKARÊN SPÎ JÎ LI BER REJÎMÊ RABÛN

Piştî komkujiya mezin a li Sowetoyê, li vê banliyoyê bûyer di 18'ê Hezîranê de qediyabin jî, li herêmên din ên welêt, tevî reşikan, bi taybetî xwendekarên spî jî li ber vê yekê rabûn û tevlî berxwedanê bûn.

Bi sedan xwendekarên spî yên il ber Zanîngeha Wîtwaterstrand a Johannesbûrgê li hev civiyan, li dijî zext û komkujiyên li Sowetoyê li xwendekarên zarok hate kirin, li navenda bajêr çalakî lidar xistin.

Li dijî komkujiyê bi hezaran kedkarên reşik ketin grevê, li gelek bajarên weke Natal, Port Elîzabethê jî şerekî giran qewimî.

Bûyer li herêma Capê di mehên Tebax û Îlonê de dewam kirin û tenê li banliyoyên Capê di nava du mehan de zêdeyî 90 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Port Elîzabethê jî herî kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest dan.

XWENDEKARAN HÊ BÊHTIR BERÊ XWE DAN ANC

Destwerdana rejîma Apartheîd li xwepêşandanên li Soweto û gelemperiya welêt giran bû û bi sedan, bi hezaran reşik qetil kiribû.

Tevî lîderê Tevgera Hişmendiya Reşik Steve Bîko, lîderên gelek partiyên siyasî û tevgerên li herêmê hatin girtin. Di 12'ê Îlona 1977'an de Bîko li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Derket holê ku Bîko ji ber îşkenceya giran jiyana xwe ji dest daye.

Komkujiya li Soweto û gelemperiya welêt hate kirin, têkoşîna azadiyê ya gelê Afrîka Başûr qels nekir, berevajî kir ku gel hê bi wêrekî di rêya azadiyê de bimeşe. Berevajî Tevgera Hişmendiya Reşik ku reşik ji xwe re esas digirt, Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) a bi pêşengiya Nelson Mandela, welatekî ji gelek çandan xeyal dikir.

ANC ku şêweyê xwe yê rêxistinî baştir bû, piştî Sowetoyê hê bêhtir bala xwendekarên reşik û spî kişand.

BIRYARNAME HATE VEKIŞANDIN

Piştî berxwedana xwendekaran a li Soweto, rejîma Apartheîdê ji bo pêşî li nerazîbûna gel bigire, neçar ma dest ji biryarnameya ku hînbûna zimanê Afrîkaans ferz dike, berde. Biryarname di Tîrmeha 1976'an de ku hê li herêmên din ên welêt xwepêşandan û komkujî dewam dikirin, hate vekişandin.

Di sala 1979'an de li dibistanên reşikan lê dixwend, zimanê Îngilîzî bû zimanê bingehîn ê perwerdeyê.

Di sala 1991'ê, de bi biryara Rêxistina Yekîtiya Afrîkayê (OAU) ku pêşengiyê ji Yekîtiya Afrîkayê re dike, her sal 16'ê Hezîranê weke Roja Zarokên Afrîkayê tê bîranîn.