‘Sala 2022’yan 1.172 kesan bi bombeyên ji xarên hesinî jiyana xwe ji dest daye’

Li gor raporekê ku koalîsyona rêxistinên civakî yên sivîl weşand, sala 2022’yan bi piranî li Ûkraynayê, zêdeyê hezar û 170 kesî bi bombeyên ji xarên hesinî jiyana xwe ji dest daye.

Li gor Çavdêrîxaneya Bombeyên Guleyên Hesinî, sala 2022’yan li seranserê cîhanê hezar û 172 kesan ji ber bombeyên guleyên hesinî jiyana xwe ji dest daye ya jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku kesan bi piranî li Ûkraynayê jiyana xwe ji dest daye.

Li gor raporê di êrîşên bi çekên wiha hatine kirin de bi sala çûyî bi piranî sivîl herî kêm 890 kesan jiyana xwe ji dest daye ya jî birîndar bûne.

Li gor raporê Rûsyayê ji meha Sibatê ya sala 2022’yan ta niha ev bombe pir bi kar anîne, Ûkraynayê jî kêm bi kar anîne.

Ji sala 2010’an ta niha ku ev rapor tê weşandin, tu sal ewqas kesan ji ber van bomeyan jiyana xwe ji dest nedaye.

Peymana Qedexekirina Hilberîn û Bikaranîna Bombeyên Ji Xarên Hesinî ya sala 2008’an 112 welatan erê kir, 12 welatan jî îmze kir.