Sala 2018'an di qezayên balafiran de zêdeyî 500 kes mirin

Li gorî daneyên sala 2018'an ên li ser qezayên balafiran, li gelemperiya dinyayê di nava salekê de zêdeyî 500 kes mirin.

Fîrmaya Şêwirmendiyê To70 û berhevkarên daneyan Avîatîon Safety Network, hejmara mirovên di sala 2018'an de ji ber qezayên balafiran mirin eşkere kir. Sala 2017'an 13 kes ji ber qezayên balafiran miribûn, lê sala 2018'an ev hejmar bû 500.

Li gorî daneyên sala 2018'an, her yek ji 3 milyon seferên balafiran qeza kir.

Sala 2005'an 1.015 kes miribûn.

Di daxuyaniya nivîskî ya Midûrê Giştî yê Avîatîon Saferty de hate gotin, "Rêjeya qezayan weke 10 salên berê jî be, par 39 qezayên bi mirinê bi encam bûn, rû dan."

Ranter got, "Ev yek nîşan dide ku di nava 20 salên dawî de ji aliyê ewlekariyê ve pêşketin heye."

29'ê Cotmeha 2019'an balafireke bi tîpa Boeîng a ji balafirgeha Cakartayê rabû, kete nava deryayê û 189 kes mirin.

Meha Gulanê, balafirek şîrketa rêyên hewayî ya Kubayê li nêzî balafirgeha Havanayê kete xwarê û di encamê de 112 kes mirin.

Meha Adarê, balafireke şîrketa Bangladeşî dema li Nepalê dadiket, qeza kir. Ji 71 rêwiyan 51 mirin.

Meha Sibatê, balafireke Saratov Aîrlînes li Rûsyayê kete xwarê û 71 kes mirin. Li Îranê jî 66 kes ji ber qezaya balafirê mirin.