Sadr, hêzên xwe yên leşkerî bêçek dike

Lîderê Şîa Muqteda Sadr, piştî serketina xwe ya hilbijartina Iraqê ya 12'ê Gulanê, biryar da ku komên girêdayî xwe yên di nav Heşdî Şebî de bêçek bike.

Lîderê Şîa Muqteda Sadr, bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo berjewendiyên giştî yên Iraqê, ji bo hikumeta nû xurt bibe û artêş û polîs bi hêz bibin, ev biryar girtiye. 

Sadr, anî ziman ku koma  Seraya es-Selam a di nav Heşdî Şebî de wê xebatên xwe tenê li derdora Bexda, Samara û başûrê welêt Kerbelayê bidomîne û derveyî van, wê yekîneyên xwe yên çekdar belav bike. 

Sadr, got di rewşa heyî de fermandarê Seraya es-Selam şêwirmendê wî ye û peywireke wî ya dîtir nîn e. 

Sadr anî ziman ku ferman daye Seraya es-Selam ku çekên ji bo têkoşîna li hemberî DAÎŞ’ê ji hikûmetê wergirtine, radestî hikûmetê bikin û got li derveyî welêt pêkanîna çalakiyên leşkerî teqez qedexe kiriye. 

Mukteda es Sadr, roja Pênçşemê biryar dabû ku xebatên Seraya es-Selam ên li Basrayê bide sekinandin û li Iraqê derveyî “xebatên Cîhadê” tevlîbûna wan a karekî dîtir qedexe ye.

Sadr, beriya niha jî biryara ku xebatên milîsên xwe yên navborî yên li herêma Diyala û herêmên din bide sekinandin dabû. 

Yekîneyên girêdayî Seraya es-Selam, li hemberî êrîşên DAÎŞ'ê sala 2014'an li herêma Samara ya nêzî paytext Bexdayê bicih bibûn û hewl dabûn gorên Şîa biparêzin.