Hikûmeta Danîmarkayê bi awayekî eşkere piştgiriyê dide pêvajoyê

FEY-KURD'ê helwesta hikûmeta Danîmarkayê ya li hemberî banga dîrokî ya Rêber Apo û geşedanên piştî wê pirsî û wiha bersiv hat dayin: "Danîmarka û Yekîtiya Ewropayê bi eşkere piştgiriyê didin pêvajoyê."

BANGA RÊBER APO YA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK

Berdevkê Federasyona Komeleyên Kurd ên Danîmarkayê (FEY-KURD) Şoreş Bîlîkan nameyek vekirî ji Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen û Wezîrê Karên Derve Lars Lokke Rasmussen re şand. Şoreş Bîlîcan di nameyê de helwesta fermî ya hikûmetê ya li ser banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk pirsî.

Di nameyê de hat bibîrxistin ku Rêber Apo ku bi salane li Îmraliyê tê ragirtin û hat destnîşankirin ku di 27'ê Sibatê de bi banga xwe ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk bang li PKK'ê kir ku rêxistinê fesih bike û Tirkiye jî ji bo vê yekê bingehên demokratîk û hiqûqî ava bike. Di nameyê de hat diyarkirin ku PKK'ê piştî 1'ê Adarê agirbest îlan kir û hate gotin ku bi vê bangawaziyê re hêviya ku wê dawî li pevçûnên zêdeyî 40 sal in didomin û bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane bîne, derket holê. 

Di nameyê de hat daxuyandin ku her çend civaka navneteweyî li hemberî van geşedanan helwesteke erênî nîşan daye jî, hikûmeta Danîmarkayê heta niha bi awayekî eşkere bersiv nedaye van geşedanan û hat bibîrxistin ku Danîmarka timî piştgirî daye pêvajoyên aştî û demokrasiyê û ev du pirs ji hikûmetê hatin kirin:

1. Hikûmeta Danîmarkayê ji bo naskirin û piştgirîkirina vê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê wê çi gavan bavêje?

2. Ji bo ku maf û ewlekariya Kurdan bibe parçeyekî bingehîn ê pêşketina demokratîk a li Tirkiye û Rojhilata Navîn, dê çi xebat bên kirin? Perspektîfa Danîmarkayê li ser vê yekê çi ye?
Di nameyê de ev tişt hatin parvekirin: "Em daxwaz dikin ku girîngiya vê pêvajoyê bê qebûlkirin û Danîmarka ji bo piştgirîkirina pêşketina aşti û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn gavan bavêje."

SEROKWEZÎR Û WEZÎRÊ KARÊN DERVE BERSIVA HEVPAR DAN

Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê li ser navê Serokwezîr û Wezareta Karên Derve bersiv da nameya berdevkê FEY-KURD’ê. Di nameyê de wiha hat gotin: “Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê geşedanên li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne û gavên ji bo bidawîkirina nakokiyên navbera PKK û dewleta Tirk erênî pêşwazî dike. Tirkiye pêkanîna li hemberî gelê Kurd jî di nav de divê erkên xwe yên navneteweyî yên wekî pêkanîna mafên mirovan û serweriya hiqûqê bi cih bîne.

Tê hêvîkirin kuherdu ali vê derfetê baş binirxînin û ji bo lihevkirina aştî û demokratîk gavên berbiçav bavêjin. Danîmarka û Yekîtiya Ewropayê bi eşkere piştgiriyê didin pêvajoyê.”