Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ji televîzyona Medya Haber TV re axivî û têkildarî asta heyî ya pêvajoyê nirxandin kir. Hevpeyvîna bi Dûran Kalkan re bi vî rengî ye:
Meh û nîvek di ser banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo re derbas bûn. Dihate hêvîkirin ku di şert û mercên Rêber Apo de guhertin bêne kirin. Di vê mijarê de rewşa dawî çi ye?
Beriya her tiştî ez berxwedana dîrokî ya Îmraliyê û Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Mixabin li Îmraliyê tecrîd dewam dike. Ti agahiyek ji me re nehatiye ku guhertineke cidî lê hatibe kirin. Weke ku we jî got meh û nîvek di ser re derbas bû. Halbûkî Rêber Apo bangeke dîrokî kiribû ku her kesî silav kir. Dihate hêvîkirin ku li ser vê yekê pêşketinên pratîkî bêne kirin, guhertin bêne kirin. Lê belê rewşeke bi vî rengî nîne. Li Îmraliyê tecrîd dewam dike, sîstema tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê dewam dike. Rêber Apo nebû xwedî şert û mercên jiyana azad û karê azad. Hatibû gotin ku wê di nava hefteyekê de wê ev yek pêk bê. Me jî di bernameya derbasbûyî de ev yek got, bal kişand ser. Lê belê ti guhertin nebû. Heta niha li vê qadê rewşeke cidî nîne. Li aliyê din nîqaş têne kirin, li ser banga Rêber Apo, li ser rewşa Îmraliyê. Gelek tişt şîrove ne, yan jî bi armancên cuda agahdarî têne kirin. Bi qasî ku em zanin û me fêhm kir, piştî ku bangê di pratîkê de bersiva xwe nedît vê yekê rê li ber nîqaş û krîzeke cidî vekir. Weke rêveberiya partiyê me jî helwesta xwe bi şênberî nîşan da. Me got, ev kar bi vî rengî nabe, bi vî rengî nameşe. Em di wê baweriyê de ne ku helwesta Rêber Apo jî bi vî rengî ye. Hinekan gotin, 'Nexwest di Newrozê de peyamê bide', lê belê ne welê bû. Li gorî texmîna me Rêber Apo ji bo rewş ji rêzê nebe helwestê nîşan dide û li Îmraliyê rewşeke krîzê heye. Tê gotin, bi daxuyanî û hevdîtinên dawî re ev rewşa krîzê ji holê hatiye rakirin. Bi rastî jî welê ye yan na, di vê mijarê de jî agahiyeke me ya şênber nîne. Lê belê hate xwestin, rewşeke erênî ji raya giştî re bê nîşandan. Dikarim vê yekê bibêjim. Bêguman divê naveroka banga Rêber Apo bê nîqaşkirin. Têkildarî sîstema Îmraliyê, têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li ser çareseriya pirsgirêka Kurd her kes dikare nêrîna xwe bîne ser ziman. Lê belê divê neyê gotin, ku 'Min ji filan kesî bihîstiye ku Rêber Apo ev tişt gotiye'. Yanî divê li ser navê Rêber Apo kes neaxive. Divê mirov li ser vê baldar bin. Ev rewş têgihiştineke şaş diafirîne. Dibe ku hinek bixwaze bi rê ve jî bibe, rê li ber bixe. Girîng e ku di vê mijarê de mirov baldar bin. Li aliyê din, Rêber Apo barê dikeve ser milê xwe bi cih anî, gelekî zêde jî kir. Bi rastî jî her kes matmayî ma. Nêrîna giştî ew bû ku ya nedihat hêvîkirin pêk anî, ya ku bi hêsanî nekarî bihata kirin, pêk anî. Daxuyaniyên bi vî rengî hatin dayin. Rêber Apo daxuyaniyeke ji her kesî wêdetir a ji bo çareseriyê da. Bêguman ev gelekî girîng, bi wate bû. Lê belê divê mirov nebêje û li bendê nemîne ku temamiya pirsgirêkê wê ji aliyê Rêber Apo ve bê çareserkirin û bi daxuyaniya Rêber Apo re her tişt çareser bû. Bendewariyeke bi vî rengî divê nebe. Ev pirsgirêk ji aliyê Rêber Apo ve nehat afirandin. Li pişt wê pirsgirêka Kurd heye. Ev yek jî ji aliyê sîstema modernîteya kapîtalîst a navneteweyî û dewleta komara Tirkiyeyê ve hate afirandin. Bi înkarkirina Kurdan, bi destpêkirina êrîşên îmhayê, bi qirkirina Kurdan ev pirsgirêk afirandin. Bi dijminatiya li Kurdan, siyaset û mejiyê ku Kurdan tine dihesibîne û dixwaze tine bike ev pirsgirêk afirand. Esasê pirsgirêkê ev e. Ev yek jî li ser tundiyê dan rûniştandin. Lewma çareseriya pirsgirêkê wê ji vir derbas bibe. Yên ku tundiyê dikin, yên ku sed sal in, du sed sal in li hemberî Kurdan komkujî û qirkirinê dikin wê dest ji vê siyasetê û vî mejî berdin. Yên ku mafekî biçûk ê hebûna Kurdan jî nas nakin û dixwazin tine bikin, wê dest ji vê berdin. Rêber Apo û PKK'ê ev rastî raxist pêş çavan. Danî pêşiya her kesî. Rêber Apo ev yek got, got 'Min pirsgirêk neafirand, hinekî din afirandin. Hat ber min. Her kesî didît, lê ji nedîtî ve dihat. Min nekarî weke her kesî nêzî bibe. Ez ji nedîtî ve nehatim û min got li vir pirsgirêk heye. Ji bo çareseriyê jî dixebitim'. Lewma Rêber Apo dixebite, berpirsyariyên xwe bi cih tîne. Lê belê li Tirkiyeyê Rêber Apo bi tena serê xwe nikare aştiyê pêk bîne. Şer û aştî ji aliyan pêk tê. Bi aliyekî bi tenê nabe. Rêber Apo ji bo aştiyê zêdeyî 30 sal in di nava hewldaneke bêhempa de ye, lê belê bi tena serê xwe çareser nabe. Azadî û demokratîkbûn bi vî rengî nabe. Bi hewldana kesekî nabe, divê her kes tevlî bibe, berpirsyarî dikeve ser milê her kesî. Lewma divê neyê gotin, 'Rêber Apo çareser dike, çareser kir, wê çareser bibe, têrê dike' û bendewariyeke bi vî rengî li nava civakê neyê belavkirin. Afirandina vê têgihiştinê şaş e. Bi taybetî civaka Kurd, jin û ciwanên Kurd divê li ser vê realîteyê gelekî baldar bin. Di vî karî de kî çiqas berpirsyar e, wê çawa bê çareserkirin, wezîfe dikeve ser milê kê, bi taybetî wezîfeyên wan ên têkoşînê çi ye, divê van baş zanibin û pêwîstiyên wan bi cih bînin. Rewşa heyî ferz dike ku pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi berfirehî bê meşandin. Li ser vê bingehê li Romayê konferansek, civînek, nîqaş hatin kirin, girîng bû. Pêşketin jî hatin nirxandin. Yên ku ji niha û pê ve bêne kirin jî têne nîqaşkirin. Em silav dikin, hemû kesên ku di nava wê hewldanê de bûn. Lê belê divê hîn bêhtir bê mezinkirin, belavkirin, şênberkirin, pêngava azadiyê ya navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her qadê, li çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê bi berfirehî, bêrawestandin û bêyî navberdayinê divê bê meşandin.
Di banga Rêber Apo de banga kongreyê jî hebû. Ev yek bi berfirehî tê nîqaşkirin. Weke muxatabê mijarê hûn dixwazin çi bibêjin?
Daxuyaniya Rêber Apo ya ku bi sernavê 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a ku di 27'ê Sibatê de hate kirin, bi rastî jî xwedî naverokeke kûr, bangeke dîrokî bû. Gelekî bi wate bû, bi bandor bû. Bandor li her kesî kir. Bi qasî ku tê dîtin li ser piraniyê bandoreke erênî kir. Hinek jî bi neyînî jê bandor bûn, li ber rabûn. Her wiha hinek rabûn bi rengekî giran sûcdar jî kirin. Lê belê bi giştî bandor li her kesî kir. Bandora erênî herî zêde bû. Çima? Ji ber ku bangeke welê bû ku her kesî nikarîbû bikira, bangek bû ku her kesî nikarîbû bida ber çavên xwe. Gavek bû ku her kesî nikarîbû biavêta. Rêber Apo ev gav avêt. Ya duyemîn, erk û wezîfe dida her kesî. Bang ne ji bo hin kesan an hin deveran bi tenê bû, her kesên li vê cîhanê digirt nava xwe. Yanî kes nikare bibêje ev bang ne ji bo min bû. Yên herî bindest jî ji ber rewşa xwe ya bi wî rengî muxatabê bangê bû. Ji ber ku ev sîstema mêtingeriyê di encama mejî û siyaseta qirkirin û tinekirina Kurdan hate avakirin. Lewma Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê van hemûyan di nava xwe de vedihewîne. Têkoşîneke ewqasî bi bandor e. Her kes di heman astê de nebe jî her kes bû muxatabê bangê. Weke tevger me di cih de bersiv da. Me di 1'ê Adarê de daxuyanî da, helwest nîşan da, ji bo pratîkkirina wê me agirbest ragihand. Ya herî girîng jî me helwesta xwe diyar kir. Me got, eger şert û mercên guncaw bêne afirandin, ev yek dikare bê pêkanîn. Me ragihand ku ji aliyê naverokê ve em bi temamî tevlî dibin, em ê li gorî wê tevbigerin û bi cih bînin. Ji bo şert û mercên guncaw jî me diyar kir ku divê Rêber Apo bibe xwedî şert û mercên azad ên jiyanê û kar. Çima? Ji ber ku kongre tenê ji aliyê Rêber Apo ve dikare were kirin. Biryarên ku tê xwestin di kongreyê de bê wergirtin, tenê Rêber Apo dikare bide wergirtin û tenê Rêber Apo dikare bide pêkanîn. Ji bilî vê yekê ne di nava tevgera me de hêzek, kes an jî sazî, ne jî li derveyî tevgera me saziyek nikarîbû bikira. Ji ber ku di nava tevgera me de, rêveberiya me, mekanîzmayên din hemû li ser şer ava bûne, tenê şer dikarin bikin. Yên li derveyî me jî ji xwe, tê gotin 'Kongre bila PKK'ê fesih bike', ji bo tinekirina PKK'ê cîhan bû yek, her cûre çek bi kar anîn, serî li her rê û rêbazê dan, guh nedan pîvanên exlaqê, 40 sal in êrîş dikin nekarî encamê werbigirin. 10 sal in li ser bingeha 'Plana çalakiyê ya têkbirinê' êrîşek ku nekirine nemaye, nekarîn encamê bi dest bixin, nekarîn bi ser bikevin. Nikarin tine bikin. Nekarîn PKK'ê îmha bikin. Nekarîn înkara Kurdan dewam bikin. Lewma ji bilî Rêber Apo kes nikare wan biryaran bide wergirtin, nikare bide pêkanîn. Em li pişt vê nêrîn û daxuyaniya xwe ne. Hîn jî derbasdar e. Demeke gelekî dirêj di ser re derbas bû, me hin nirxandin jî kir lê belê dîsa jî ji ber girîngî, naverok û zehmetiyên pirsgirêkê ji bo şensê bidin pratîkê me ev pêvajo dewam kir. Daxuyaniyên me ji bo vê rojê jî derbas dibin. Di vê mijarê de heta niha tiştek negihîştiye me ku nîşan dide Rêber Apo kongreyê bi me bide kirin. Rêber Apo anî ziman ku ew bi biryar e, me ew dît. Me girîngî dît, me ev biryardarî bi wate û hêja dît, em ne li dij in ku pêk were, em alîgirê pêkanîna wê ne. Lê belê eşkere ye ku rewşeke ku wê pêk bîne li Îmraliyê ava nebûye. Demek zêdeyî 40-45 rojan derbas bû, zêdeyî meh û nîvekê derbas bû. Tecrîd dewam dike, ji bo azadiya jiyanê û kar ê Rêber Apo di şert û mercan de ti guhertinek nîne. Sîstema Îmraliyê dewam dike, ji hev nehate xistin. Yan jî di vê mijarê de gav neavêt. Rêber Apo nikare bi kesî re hevdîtinê bike. Têkildarî kongreyê derfeteke ya karkirinê nîne. Eger ji aliyê pratîkî ve derfetên vê yekê bêne afirandin wê pêvajoyê bi pêş ve bibe. Me cara derbasbûyî jî got, biryar da û got, 'Ez ê vê bikim'. Eger bi rastî jî desthilatdarî û derdora dewletê dixwaze bê kirin, wê demê hêza ku dibêje wê bike heye, hingî wê pêşî lê veke, firsendê bide. Ew ê jî biryara xwe pêk bîne. Soza ku da ji xwe bi cih tîne. Wê pirsgirêk jî çareser bibe. Eger bi rastî jî ya tê xwestin çareseriya pirsgirêkê be, bi vî rengî dikare çareser bibe. Na, eger bibêjin hem em ê sîstema Îmraliyê pêk bînin, tecrîdê, sîstema dîlgirtinê dewam bike, hem jî divê pêwîstiyên wê bangê hinek bi cih bîne, bi vî rengî nabe. Di pratîkê de ew pêk nayê, ji xwe pêk nayê jî. Niha tê gotin, erênî ye, gavên pratîkî têne avêtin, heyeta Îmraliyê got, wê di şert û mercên Îmraliyê de guhertin bêne kirin, karên qanûnî wê bêne kirin, mafê hêviyê wê bi cih bê anîn, ev ê bi qanûnan bêne ewlekirin. Ast û naveroka wê tam çi ye, em nizanin. Lê belê eger bi rastî jî bi vî rengî bibe û Rêber Apo bibe xwedî derfetê pêkanîn û rêvebirina kongreyê pratîk wê bimeşe. Pirsgirêk nîne. Ji aliyê me ve ti pirsgirêkeke ku bibe astengî nîne, berevajî vê yekê her tim nêzîkatiyên hêsankirinê heye. Ya mayî dikeve ser milê desthilatdarî û hêzên dewletê. Ya mayî ji afirînerên vê pirsgirêkê re maye û yên ku vê sîstema giran a dîlgirtinê dimeşînin re maye. Wan jî heta niha dirêj kirin. Gotin, mewzûata qanûnî nîne. Halbûkî di qanûnên Ewropayê de hebû, bicihanîna qanûnên Ewropayê li ser qanûnên Tirk ferz e. Di pratîkê de dikarîbûn bi cih bînin, di nava sê rojan de dikarîbûn sererastkirinên qanûnî bikira. Em zanin ku ne rewşeke welê ye ku nikaribe bê kirin. Lê belê heta niha nekirin, mijûl kirin, dereng xistin. Eger bi vî rengî bibe ew ê pêvajoyê bixitimînin, berpirsyar jî wê ew bi xwe bin.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokkomar re jî hevdîtin kir. Nêzîkatiya dewletê, desthilatdariyê ya li pêvajoyê çi ye?
Ew hevdîtin zûdeyî hatibû eşkerekirin. Piştî demeke dirêj, piştî 2 hefteyan hevdîtin pêk hat. Hema bibêje nîqaşa 'wê bibe yan na' ketibû rojevê, ji ber ku demeke dirêj kete navberê. Lê belê dawiya dawî hevdîtin pêk hat. Bêguman hevdîtina Serokkomarê Tirkiyeyê bi Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê re girîng e. Me girîng dît, bi wate dît. Bi Serokê Meclîsê re hevdîtin kiribûn, bi serokên partiyên din re hevdîtin kirin, bi derdorên cuda re hevdîtin kirin lê belê hevdîtina bi Serokkomar re ku muxatabê sereke yê dewlet û desthilatdariyê ye, tevlîbûna Serokkomar di wê astê de girîng bû. Em girîng û bi wate dibînin. Dîmen jî bi wî rengî hate nîşandan. Daxuyanî jî gelekî erênî bûn, bandor li her kesî kir. Lê belê di bernameya derbasbûyî de jî me anîbû ziman, hêvî û bendewarî gelek e, gotin heye lê pratîk nîne, gava pratîkî nayê avêtin. Niha daxuyanî û gotinên erênî û kêfxweşiyê hene, pratîk wê çawa bibe em nizanin. Bi rastî jî li ser naveroka wê agahiya me nîne. Gelo biryar li ser hin tiştan hate dayin, yan jî hêvî û bendewarî hate ser ziman, encamên wê çawa wê bikevin pratîkê em tiştekî nizanin. Em hêvî dikin wê erênî be û pêvajoyê bi pêş ve bibe.
Rewşeke mijûlkirinê heye?
Em nizanin. Daxuyaniyên têne dayin dibêjin ku mijûlkirin nîne. Lê belê hîn gotin e. Dema ku pratîka wê hate dîtin, hingî tiştek dikare bê gotin. Bêyî pratîkê, gotin têrê nake. Li gorî gotinê em nikarin tiştekî bibêjin. Hevdîtin girîng e, daxuyanî jî girîng e, em hêvî dikin ku wê pratîka wê jî bê, dewama wê jî bê, bikeve pratîkê, ji aliyê pratîkê ve naveroka wê dagire biçe encamê, çareseriyê biafirîne. Lê belê raya giştî, bi taybetî jî raya giştî ya Kurd, raya giştî ya demokratîk, jin, ciwan divê bi vê zanibin, ev hemû hîn di asta gotinê de ne, di asta hêvî û bendewariyê de ne. Divê weke ku pêk hatiye neyê dîtin. Dibe ku têgihiştineke şaş jî be. Dibe ku li pişt wê şerê taybet jî hebe. Em neçar in ji her alî ve lê binerin. Em nikarin xwe bixapînin. Divê em bi baldarî nêzîk bibin, piralî binirxînin bi rengekî rast binirxînin. Hewldanên ku van gotinên me piştrast dike jî hene. Dikare bê gotin, 'Hevdîtin erênî ye, daxuyanî erênî ye, hîn çima gotinên berevajî vê yekê têne gotin', di vê mijarê de jî hincetên me hene. Hincetên me çi ne? Yek; şer dewam dike. Êrîş dewam dike. Fermandariya me ya Biryargeha Navendî, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê rojane êrîşên li ser gerîla, encamên wê eşkere dikin. Li Zapê 5 şehîd, li Garê 2 şehîd. Rojane hema bibêjin 500, 1000 carî bombardûman tê kirin. Çekên qedexekirî têne bikaranîn, balafir bombardûmanê dikin. Ez berxwedana gerîlayên me careke din silav dikim. Şehîdên di van êrîşan de bi hurmet û hezkirin, minet bi bîr tînim. Di nava van şert û mercan de bikaranîna mafê parastina rewa ya li hemberî êrîşan girîng e, bi wate ye. Kes nikare tiştekî cuda ji vê re bibêje. Lê belê saziyek ku dibêje bila têkoşîna çekdarî bisekine, çek bê danîn, li aliyekî ve êrîşên leşkerî bi vî rengî bike û şer li ser aliyê hemberî xwe ferz bike, wê demê ev yek wê çawa bibe? Hingî daxwaza çekdanînê wê çiqasî bibe cihê baweriyê? Ev rewş cihê nîqaşê ye. Madem bi vî rengî ye, wê demê ev êrîş ji bo çi ne? Hêzek ku êrîşî hêzeke di agirbestê de ye, sibe eger çek bê danîn gelo wê çi nîne serê wan mirovên çek danîne? Em ne cahîl in, ne zarok in, bila kes hewl nede me bixapîne. Raya giştî jî divê vê rastiyê baş bibîne û binirxîne. Li aliyê din êrîş ne tenê ji aliyê leşkerî ve ye. Desthilatdariya heyî bi heman rengî êrîşî civakê, êrîşî qada siyasetê dike. Qala êrîşên qirkirina siyasî tê kirin. Li qada siyaseta demokratîk ev êrîş dewam dikin. Derdorên cuda yên civakî, saziyên demokratîk têne girtin. Zindan hatin tijîkirin. Êrîşî muxalefetê dike, vaya zext û êrîşên li ser CHP'ê li holê ne. Zextên li ser partiyên din. Hevalê Karasû gotibû, mejî, siyaset û nêzîkatiyeke ku nikare xwe li muxalefetê rabigire dikare demokratîk bibe? Mirov dikare qala vê bike? Siyaset û mejiyekî welê dikare dewlet û civakê demokratîk bike? Dikare pirsgirêkan bi rengekî demokratîk çareser bike? Nepêkan e. Eger ew bi xwe demokratîk nebe, wê demê nikare demokrasiyê ava bike, nikare pirsgirêkan bi rengekî demokratîk çareser bike. Lewma bi rastî jî desthilatdariya heyî ya AKP-MHP'ê vê pêvajoyê, derfetên pêvajoyê ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe bi kar tîne. Bi her awayî êrîşan dike. Ji saziyên hiqûqê heta bi parêzeran dadgeriyê, hiqûqê weke çekekê bi kar tîne. Bi vê nêzîkatiyê demokrasî nayê Tirkiyeyê. Mejiyekî ku Tirkiyeyê demokratîk neke nikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Yên ku nikaribin pirsgirêka Kurd çareser bikin di sîstema Îmraliyê de guhertinê nake, nikare tevlî nava pêvajoya ku Rêber Apo destnîşan kiriye. Ev yek rewşeke şênber e ku dikare bi çavan bê dîtin. Ne tenê ev e. Wekî din, hevdîtinên derve hene. Mînak, di mekanîzmaya hevpar a bi Iraqê re ava kiriye, civîn kirine. Yekane rojev 'terora PKK'ê, têkoşîna hevpar a li dijî PKK'ê ye'. Ka hûn bi PKK'ê re li hev dikin? Hûn dixwazin PKK kongreyê lidar bixe, çekê dîne, xwe fesih bike. Eger ev rastî be, çima li çar aliyên cîhanê digere, li Iraqê, Îranê, Ewropayê digere, li dijî PKK'ê peymanan mohr dike, ev ji bo çi ye? Di mejî û siyasetê de ti guhertin nîne. Dijberiya Kurd, înkarkirina Kurdan, ji aliyê mejî û siyasetê ve di nêzîkatiya desthilatdariya heyî de weke xwe dewam dike. Vê yekê li her derê dewam dikin. Hem hewl dide nehêle ku Kurd bibe xwedî mafekî biçûk, hem jî dixwazin Kurdan tine bikin. Bi her awayî êrîşan dikin. Êrîşên li ser Rojava, têkoşîna li ser Sûriyeyê eşkere ye. Wê demê di vir de naskirina hebûn û mafê Kurdan nayê dîtin. Yekî ne bi vî rengî nikare van mijarên ku Rêber Apo destnîşan dike bimeşîne. Bi kurtasî, belê hevdîtin hene, hin gotinên polîtîk hene lê belê ji aliyê mejî û siyasetê ve guhertineke cidî nayê dîtin. Devlet Bahçelî destpêkê rabû, xwest Rêber Apo bê Enqereyê, li Meclîsê biaxive. Got, dikare bibe. Lê belê di gotinê de ma. Desthilatdariya heyî nakeve nava guhertineke siyaset û mejî ku hebûna Kurdan, weke gel hebûna Kurdan, mafên demokratîk qebûl bike. Bi mejiyekî dijber û dijminatiya li Kurdan çi dikare bê kirin? Qirkirin dikare bê kirin. Ev pêvajo nikare bê meşandin. Belê daxuyaniyên xweşbîn hene, me girîng dît, hêvî û bendewarî têne kirin, tê gotin wê gavan biavêjin bi mijûlkirinê re, ti gaveke pratîkî nîne, lê belê dema ku mirov bala xwe didin ser van hemûyan, hingî dipirsin. Gelo wê kîjan gavê biavêjin? Wê çi bixin pratîkê? Mirov baş nabîne, fêhm nake. Rewşeke nediyar û xumamî heye û dewam dike.
Banga Rêber Apo tê nîqaşkirin. Em hinekî din şênber bikin. Muxalefet û çapemenî vê pêvajoyê çawa dinirxînin, helwesta wan çi ye?
Hin nîqaşên girîng hene. Divê mirov gelekî bêhêvî nebe, înkar neke. Hin derdoran, derdorên demokratîk, tevgerên jin û ciwanan, di nava derdorên çep û sosyalîst, li derve û hundir bi rastî hin nîqaşên girîng hene. Li gel nîqaşkirina rewş û mafên Rêber Apo, sîstema qirkirin û tecrîdê ya Îmraliyê ya 27 salan û pirsgirêka Kurd, hebûna gelê Kurd û bi destxistina mafên demokratîk nîqaş dikin. Ev nîqaşên girîng in, ya rast jî ev e. Çareserî ji vir tê. Tiştekî bi vî rengî nebe çareserî jî nabe. Lê belê hin nîqaş jî hene, bi rastî jî mirov matmayî dimînin. Mirov ewqasî teng, şoven û neteweperest dibe? Mirov ewqasî nijadperest, desthilatdarîparêz û berjewendîparêz dibe? Hin nîqaş bi ti awayî eleqeya xwe bi rastiya Tirkiyeyê re nîne. Ketine nava berjewendiyên xwe, di nava şerê teng ê desthilatdariyê de paşeroja Tirkiyeyê difetisînin. Pirsgirêkên wê hîn girantir dikin. Yên ku li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê, li pêşiya azadiya Kurdan asteng e, ev in. Serê wan tevlîhev e. Nediyar e bê çi dixwazin. Tenê ev tê dîtin; dijminê Rêber Apo ne, dijminê PKK'ê ne, nebaşî ji devê wan dibare. Wekî din tiştek nîne. Bi yên bi vî rengî re mirov nikare biçe cihekî. Divê mirov rastiya Tirkiyeyê, herêmê û cîhanê bînin bîra van. Hûn çi diaxivin, çi dikin? Berpirsyarî bi we re nîne, hûn li hespê dewletê siwar bûne û dibêjin, tişta em dixwazin em ê bikin. Lê belê dewleta ku hûn lê siwar bûne dişikê, di nava lêgerîna wê de ye ku sibe çawa dikare rizgar bike. Ketiye rewşeke welê xetere. Haya wan ji vê nîne. Ti pirsgirêk û derdekî wan ê mayindetiya dewletê nîne, derdekî wan ê li ser paşeroja welêt nîne. Jiyana demokratîk, mafên mirovan a civakê ji bo wan ne derd e. Yekane derdê wan berjewendiyên wan ên teng e. Rewşeke welê berjewendîperest a teng heye ku ev rewşeke gelekî nebaş e. Divê ew bêne rexnekirin û tecrîdkirin. Li aliyê muxalefetê jî li aliyê desthilatdariyê jî nîqaşên bi vî rengî hene. Desthilatdariyê zext li CHP'ê kir, bi rê ve dibe. Lê CHP'ê jî nekarî xwe ji vê rizgar bike. Partiyên din ên muxalefetê hêvî û bendewariyên xwe yên erênî anîn ziman. Lê belê gavê neavêjin, nikarin projeyê pêşkêş bikin, nikarin polîtîkayên biafirînin. Mînak, nekarîn meclîsê bidin xebitandin. Rêber Apo jî bal dikişand ser meclîsê, me jî girîng dît. Me got, ev kar wê bi guhertinên qanûnî bê kirin, di asta yekemîn de saziya ku çareseriyê biafirîne meclîs e. Yên ku meclîsê bidin xebitandin jî ev partî ne. Gelek partî li meclîsê xwedî koman e. Yan jî parlamenterên xwe hene. Li meclîsê dikarin kar bikin. Lê belê CHP'ê demekê got, em projeyekê amade dikin li ser demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd. Gotin wê pêşkêşî meclîsê bikin, lê tiştek nebû. Halbûkî girîng bû. Gavên bi heman rengî neavêtin. Tenê qala bêbaweriya bi desthilatdariyê dikin, fikarên xwe tînin ziman, desthilatdariyê rexne dikin. Baş e, bila ew bibe, eger bi rastî jî dixwazin li hemberî vê desthilatdariyê têbikoşin, dema ku ji wê wêdetir projeyên çareseriyê pêşkê bike hingî dikarin têbikoşin. Naxwe, tenê bi rexnekirinê nikarin desthilatdariyê lawaz bikin, wê desthilatdariyê hîn xurt bikin. Lewma di xebitandina meclîsê de, di afirandina projeyan de gavên cidî neavêtin. Me hîn nedîtiye. Dibêjin, nikare bê kirin, gotinên erênî yên desthilatdariyê jî red dikin. Ketine rewşeke welê. Bi vî rengî nabe. Eger tu bi rastî jî rexneyê li desthilatdariyê dike, zext, mêtingerî û helwesta wê ya antî demokratîk rexne dike, wê demê demokrasiyê bide xebitandin, demokrasiyê bi pêş ve bibe, ji bo demokratîkbûnê gavê biavêje, projeyan biafirîne, meclîsê ji aliyê demokratîkkirinê de bide xebitandin. Lê belê di vê mijarê de pratîk nehate kirin. Ev yek jî dibe sedema tengbûnê, xitimandinê. Bi vî rengî li pêşiya çareseriya pirsgirêkên lezgîn û dîrokî yên weke pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê dibe asteng. Yan jî vê çareseriyê di nava şerê teng ê desthilatdariyê de asê dike, bi vî rengî xwe ji hêza çareseriyê dûr dixînin. Ev rewşeke baş nîne. Divê her kes xwe ji nêzîkatiyên bi vî rengî yên teng, desthilatdarîparêz û berjewendîparêz vegirin. Çaresderiya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê nabe ku li nava hesabên teng ên desthilatdariyê bê asêkirin. Bi berjewendiyên teng nabe ku bê nirxandin. Desthilatdarî bi vî rengî dinirxîne. AKP bi vî rengî dinirxîne, li ser vê bingehê êrîşan dike. Dema ku weke desthilatdariyê bike, tu nikare bigihêje desthilatdariyê. Wê demê divê ya demokratîk bê pêşvebirin. Divê muxalefet bi rastî jî veguhere muxalefeteke demokratîk, gav bi gav ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bibe xwedî pratîkeke welê ku meclîsê dide xebitandin, pratîkê dike. Banga me bi vî rengî ye. Eger bi vî rengî bibin wê bi bandor bin, gotinên wan wê bê fêhmkirin, şaştiyên desthilatdariyê wê karibin mehkûm bikin. Di nava civakê de jî wê piştgiriyê werbigirin. Em dixwazin pirsgirêkên bi vî rengî bi mejiyekî demokratîk, tifaq û yekîtiya demokratîk, bi beşdariya her kesî bê çareserkirin. Banga me ya li her kesî jî bi vî rengî ye. Eger muxalefet vê bike wê serketî bibe. Wekî din nabe.
Li herêmê bûyerên cidî hene ku hem bandorê li Kurdan hem jî li Tirkiyeyê dike. Ji ber ku herêm tê dîzaynkirin. Di rewşeke bi vî rengî de rewşa Kurdan, rewşa Tirkiyeyê wê çawa be?
Mijareke berfireh e, girîng e. Rewşa desthilatdariyê ku ji bo berjewendiyên xwe her tiştî dike, nêzîkatiya muxalefetê ku nikare ji aliyê mejî û siyasetê ve ji desthilatdariyê derbas bibe nîşaneya wê rewşê ye ku Tirkiyeyê dixitimîne û di rewşeke ewçend krîtîk de bi metirsiyê re rû bi rû dihêle. Ya xetere ev e. Tiştên din li ber çavan e. Asta şerê cîhanê yê sêyemîn, Trump bû desthilatdar, qala şerê bazirganiyê kir, şer da destpêkirin. Bi Çînê re tiştekî dike. Bi Rûsyayê re xwedî têkiliyekê ye. Bi Îranê re hevdîtinan dike. Bi her kesî re di astên cuda de hevdîtinan dike. Îsraîl ji êrîşa 7'ê Cotmeha 2023'an û pê ve hat û Sûriye bû navenda esasî ya nakokî û hevrikiyê. Hatina vê rewşê ya ji bo Sûriyeyê tê wê wateyê ku gihîştiye sînorê Tirkiyeyê. Me got, vaye dor hat Tirkiyeyê. Rewşa Qibrisê li holê ye. Yanî rêya nû ya enerjiyê ya ji Hindistanê destpê dike û digihêje Yewnanistanê, ji Derya Spî derbas dibe, li dora vê rêya enerjiyê Rojhilata Navîn ji nû ve tê avakirin. Êdî sîstema ku şerê cîhanê yê yekemîn afirand ji hev belav dibe, statuparêziya netewe dewletê ji holê tê rakirin, sîstemên netewe dewletê ji holê têne rakirin, li qada Ereb têk çû, bi Îranê re têkoşînek heye, hevdîtinan jî dikin, sîstem li Îranê jî li gorî xwe hewl dide çareseriyê biafirîne. Ev sîstem ew sîstem e ku Tirkiye jî di nav de ye. Ji Tirkiyeyê dixwazin ku Rojhilata Navîn a di bin hegemonyaya Îsraîlê de qebûl bike, teslîmî vê yekê bibe. Me berê got, di nava vê sîstemê de du rê hene li pêşiya Tirkiyeyê. Ya wê şer bike, ya jî wê teslîm bibe. Ji bilî van, rêya sêyemîn rêya Rêber Apo ye. Rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê ya li ser bingeha azadiya Kurdan e. Ev rê wê Tirkiyeyê bike yek, hêza wê ya demokratîk nîşan bide, ev rê wê Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn bike pêşeng, bike welatê model, gelên Rojhilata Navîn, alema Îslamê li dora xwe bicivîne. Bêguman bi jiholêrakirina statukoparêziya netewe dewletê wê alternatîfa modernîteya demokratîk biafirîne. Wê sîstema demokratîk, çareseriya demokratîk biafirîne. Niha qaşo serî li Rêber Apo dan, bang hate kirin, hate xwestin ku çareserî bi pêşengiya Rêber Apo be, lê belê nêzîkatiyeke welê nîne ku ji aliyê mejî û siyasetê ve bersivê bide van hemûyan. Pratîkên teng ên berjewendiyan ji xwe re dikin esas. Weke ku hinekî hîleyan dikin. Ne li gorî pêşniyara Rêbertî, lê li gorî xwe têkiliyan datînin û ji wan heye ku bi vî rengî dikarin bi ser bikevin. Nikarin bi ser bikevin. Li her deverê hevdîtinan dikin, di nava wê lêgerînê de ne ku karibin bi sûdwergirtina ji firsendê PKK'ê tasfiye bike, nebe jî gefê dixwe û hewl dide bi Îsraîlê re li hev bikin. Em bi van zanin. Pêwîstî bi dirêjkirinê nîne. Me got, têkoşîn li Rojhilata Navîn gihîştiye nuqteyên bingehîn. Hatiye Îran û Tirkiyeyê. Di navenda vê de jî Kurdistan heye, Kurd hene. Têkoşîna jinûve dîzaynkirina herêmê gihîştiye vê astê. Ev rewş bandorê li her kesî dike, bandorê li Kurdan jî dike, bandorê li hemû gelên li Tirkiye û Îranê dike. Ji bo Kurdan sîstema berê ji xwe nebaş bû, hatibûn parçekirin û qirkirin, sed sal in. Ev rewşa şer qet nebe hinek firsend û derfetên pêngavê diafirîne. Metirsî hene, gef hene. Gefa komkujiyê heye, ne ku em van nabînin û fêhm nakin. Lê belê pêşiya Kurdan hîn bêhtir vekirî ye. Çima? Ji ber ku mejî û sîstema qirker a ku dixwaze Kurdan qir bike û tine bike parçe dibe, ji holê tê rakirin. Ji aliyê demokratîk ve nebe jî parçebûna vê sîstemê, eger Kurd di nava yekîtiyê de têkoşîneke baş bimeşînin wê karibin pêngavên hîn bi bandor bikin. Ji vî alî ve girîng e. Lê belê rewşa Tirkiyeyê ne bi vî rengî ye. Eger Tirkiye bi rastî jî pirsgirêka Kurd çareser neke, xwe demokratîk neke, ya wê li hemberî Îsraîlê şer bike, bi hêzên li piştre şer bike, yan jî wê bi temamî teslîmî wan bibe. Li herêmê wê bikeve rewşa hêzeke di asta duyemîn, sêyemîn. Rêyeke din a vê nîne. Ev hatiye û xwe ferz dike. Şerê li ser Sûriyeyê şerê vê ye. Li hev dixin. Îsraîl çû Emerîkayê got, ya li gorî min tevbigere yan jî em ê neçar bimînin şer bikin. Yên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin, jê hez dikin, siyasetê dikin, rewşenbîr, jin û ciwanên Tirkiyeyê divê vê rastiyê baş bibînin. Bi rastî jî em li ber dikevin bê çima ev nayê dîtin û li gorî vê yekê nêzîkatî nayê nîşandan, stratejî û polîtîka nayê meşandin. Gelo ev civak nabîne bê paşeroja xwe li ku ye? Bi rastî jî mirov li ber dikeve. Li holê ye bê rewş çiqasî girîng û metirsîdar e. Lê belê di nava civakê de rewşeke bi vî rengî nîne. Desthilatdariya heyî jî ku berê gelek dek û dolab gerandin, gotineke girîng e ku divê neyê jibîrkirin 'Di nava Osmanî de lîstik gelek e', di nava Komara Tirkiyeyê de dek û dolab bi du qatî ji ya Osmaniyan zêdetir e. Di nava xwe de çi dikin, êdî hûn wê bibêjin. Li hemberî gelan çi dikin, li hemberî Kurdan çi kirin? Di sala 1918'an de çi gotin, 1919'an de çi gotin, 1920, 1922 û 1924'an de çi gotin, çi kirin? Soza çi dan û êrîşeke çawa ya qirkirinê kirin? Em bi van zanin. Sedsala derbasbûyî bi vî rengî ye. Dixwazim vê yekê bibêjim. Hinek hewl didin bibêjin, 'PKK zehmetiyê dikişîne, PKK têk çûye, ji ber ku tengav bûye van gavan diavêje', ew xwe dixapînin. Tiştekî bi vî rengî nîne. PKK îro xwe fesih bike û eger ji aliyê demokratîkbûyînê ve tiştek neyê kirin, dibe ku rêxistinên ji PKK'ê hîn girantir şer bikin rû bidin. Civaka Kurd zane bû, bû xwedî rêxistin û dît bê çawa divê têbikoşe. Bi her awayî dikare rêxistiniya xwe ya demokratîk jî bi pêş bixîne. Dibe zehmetiyê bikişîne, lê ji zor û zehmetiyên niha bêhtir wê zehmetiyê nekişîne. Di asta herî bilind de zor û zehmetî kişand. Ji ber vê yekê em bala xwe didin ser hinekan, radibin gotinên quretiyê dikin. Dibêjin 'PKK nîne, PKK têk çûye, wê teslîm bibin, neçar mane'. Eger bi vî rengî be çima li çar aliyên cîhanê digerin, giliyê PKK'ê dikin, li hemberî PKK'ê tifaqan çêdikin, sixêfan li PKK'ê dikin. Ma hûn li hemberî tiştekî tine ye şer dikin? Divê mirov cidî be, hevgirtî be. Tiştekî welê nîne, yên ku bi vî rengî difikirin, xwe dixapînin. PKK tengav nebûye, Kurd jî şerekî mezin kirin, li ber xwe dan, berdêl dan, zor û zehmetî kişandin, lê belê hêza wan heye ku wê zehmetiyê jî ji holê rakin. Hîn bûn ku di nava zehmetiyan de têbikoşin û bi ser bikevin. Wê vê bikin. Bila nebêjin, 'Me Kurd tine kir, Kurd têk çûn, em ê bi ser bikevin'. Li hemberî nêzîkatiyên ku çareseriyê dixitimîne divê têkoşîneke çalak, bi hev re bê meşandin. Naxwe Tirkiye wê bi xeteriya herî mezin re rû bi rû bimîne. Yên ku ji Tirkiyeyê hez dikin divê rastiyê bibînin û xwedî li paşeroja xwe derkevin.
Di rewşeke bi vî rengî de nêzîkatiya hêzên sosyalîst û civaka demokratîk divê çawa be?
Tişta em ji bo wan bibêjin girîng e. Rêber Apo bi gotina 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' pêvajo pênase kir. Aştî tê wateya lihevkirina du aliyan. Bidawîkirina şer e, lihevkirin e. Lê belê ya esasî civaka demokratîk e. Ji bo karibe bi vî rengî bibe divê civaka demokratîk bi pêş bikeve. Garantî û afirîneriya serketina aştiyê civaka demokratîk e. Lewma aliyê civaka demokratîk ê vî karî gelekî girîng e. Hêzên azadî û demokrasiyê, bi giştî jî hêzên civaka demokratîk divê zanibin ku di vê mijarê de xwe bi rengekî azad û îradeyî biafirînin, hebûna xwe nîşan bidin. Banga Rêber Apo ji bo her kesî ye. Bang li desthilatdariyê jî kir, muxalefetê jî kir, li hemû hêzên cîhanê kir. Lê belê herî zêde li hêzên civaka demokratîk ên Kurdistanê û Tirkiyeyê bû. Li jin û ciwanan, li karker û kedkaran, li hunermend û rewşenbîran, li hêzên demokratîk û sosyalîst bang kir. Azadiya Kurd jî demokratîkbûna Tirkiyeyê jî wê ji aliyê van hêzan ve bê afirandin. Hêzên ku bibin garantiya azadî û demokrasiyeke bi vî rengî ev hêz in. Lewma muxatabê pêvajoyê, muxatabê esasî yê pêngavê ev hêz in. Ev jî radibin dibêjin AKP çi dike, CHP çi dike, çima bi vî rengî nakin rexne dikin. Divê dest ji vê yekê berdin. Bala te li ser hinekî din be, tê wê wateyê ku tu ji wan tiştekî hêvî dike. Hêzên civaka demokratîk û sosyalîst gelo ji desthilatdariyê hin tiştan hêvî dikin, yan jî ji xwe hêvî dikin? Divê ji xwe hêvî bikin. Wê demê bi rastî jî divê hêzên çep, sosyalîst û demokratîk, hêzên ekolojîst û azadîparêziya jinê, vê pêvajoyê hîn baştir fêhm bikin. Hîn bêhtir xwedî lê derkevin. Civaka Kurd, jin û ciwanên Kurdan divê hîn bêhtir baldar bin. Lîstikên cuda yên şerê taybet hene, bi rengekî nerm têgihiştinekê diafirînin, hewl didin pêvajoyê berevajî nîşan bidin, di vê mijarê de divê mirov hişyar bin. Divê mirov baldar bin. Weke ku tê gotin, tiştekî hêsan nîne. Têkoşîneke hişk heye. Rewşeke gelekî berfireh û tevlîhev heye. Yanî kesek wê tiştekî nede me. Divê mirov hişyar be û têkoşînê bi dest bixe. Wê hîn bêhtir têkoşîn bê meşandin, wê têkoşîneke hîn berfireh bê kirin û bê qezençkirin. Em ketine demeke bi vî rengî. Serketin pêkan e, lê belê ji bo vê divê mirov xwe bi rêxistin bike û têbikoşe. Divê mirov bi hêza xwe ya îradeyê vê bike, nede pey hinekî din. Bi bendewariya ji hinekî din nabe. Wê demê civaka Kurd jî hêzên demokratîk û antî faşîst ên Tirkiyeyê jî divê hîn bêhtir bibin yek, li hev kom bibin. Qala rêya sêyemîn, xeta sêyemîn hate kirin, alternatîfa sêyemîn. Ev yek alternatîfa civaka demokratîk e. Ji bo pêşvebirina vê divê di nava xwe de yekîtiya vê biafirînin, fikir, bername û rêxistina wê biafirînin. Û li ser vê bingehê weke hêza alternatîf di nava karê rêxistinî û çalakiyan de bin. Carna çalakî dibin, pîrozbahî dibin. Piştre jî dimîne, kêm dimîne. Halbûkî divê kes bi kes, mal bi mal, tax bi tax, gund bi gund bigerin. Banga Rêber Apo jî bi vî rengî bû, rexne û banga li ciwanan bi vî rengî bû. Got, 'Hûnê bi rêxistin bikin, xwe bi rêxistin bikin'. Ev yek ji bo hemû hêzên demokratîk derbas dibe. Ev yek ji bo têkoşîneke demokratîk afirandina zemînê ye. Divê pêwîstiyên vê yekê bi cih bêne anîn. Lewma hîn jî rewşeke belawela heye, bendewarî heye, bendewariya ji derdorên desthilatdariyê heye. Ev şaş e. Divê ev şaşitî ji holê bê rakirin. Dixwazim vê yekê bi taybetî destnîşan bikim. Yanî kes tiştekî nade wan. Ne wê tiştekî bidin Kurdan, ne jî tiştekî bidin hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê. Berevajî wê bifetisînin, her kes li gorî berjewendiyên xwe hîn bêhtir wan lawaz bikin, zextê bikin, talan bikin. Ya ku derdora desthilatdarî û dewlet bike ev e. Ji wan tiştek nayê hêvîkirin. Wê demê hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê, civaka Kurd, jin, ciwanên Kurd hemû rêxistinên di nava civaka demokratîk de ne muxatabê sereke yê vê bangê ne. Ji bicihanîna bangê berpirsyar in, lewma hêza sereke ya ku çareseriyê biafirîne ev e. Wê demê ji bo xwe bikin hêz, divê xwe bi rêxistin bikin, xwe bi rêxistin bikin, xwe bi rêxistin bikin. Birêxistiniyê divê li ser bingeha çalakiya demokratîk bikin, hîn bêhtir têbikoşin, îradeya xwe dînin holê. Li ser vê bingehê bang li van derdoran dikim ku pêvajoyê rast fêhm bikin, bloka demokrasî û azadiyê ava bikin û bibin afirînerê serketina pêvajoyê.
Dokûmantera partiyê ya PKK'ê hate weşandin. Bi qasî ku tê dîtin, gelekî jê tê hezkirin. Di vê der barê de çi dikare bê gotin?
Dokûmantera li ser dîroka Kurd û têkoşîna azadiyê belê dokûmanterek li ser dîroka PKK'ê û rastiya Rêber Apo ye. Du beş hatin weşandin, balê jî dikişîne. Karekî girîng e, karekî hînkirinê ye. Ji bo pêvajoyê jî girîng e, qut nîne. Her kes Rêber Apo û PKK'ê nîqaş dike. PKK çi ye, rastiya Rêber Apo çi ye, dokûmanter xwedî naverokeke girîng e. Lewma li şûna ku bi gotegotan tiştên erênî yan jî neyînî bêne gotin, divê heqîqet di rastiya wê de bê dîtin û fêhmkirin û li gorî vê yekê helwesta xwe ya dijberiyê yan jî piştgiriyê nîşan bide. Dokûmanter di vê çarçoveyê de astekê nîşan dide. Girîng e. Karekî berfireh e, karekî dîrokî ye. Ji aliyê demê ve jî karekî welê ye ku dikare tevkariyê li pêvajoyê bike. Kedeke mezin hate dayin. Hate ragihandin ku piraniya belgeyên têkoşîna PKK'ê wê bêne weşandin. Ev yek jî gelekî balê dikişîne. Ji aliyê pêvajoyê ve me bi wate dît. Yên ku ked dane, em wan pîroz dikin, ji ber serketina wan, silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku karên bi heman rengî wê hîn bi serketî bikin. Li gel sûdwergirtina ji berhem û nirxandinên Rêber Apo em di wê baweriyê de ne ku gelê me, bi taybetî ciwan û dostên me wê sûdê ji vî karê dokûmanterê jî werbigirin. Em bang li wan dikin ku bi baldarî lê temaşe bikin.