Sekreterê Giştî yê IFRC’ê Jagan Chapagain ji AFP re got: “Îsal ji bo xebatkarên alîkariya mirovî sala herî dijwar bû û em dibînin ku ji sedî 95 karkerên hatine kuştin karbidestên herêmî ne."
Bi sedan xebatkarên alîkariyên mirovî li herêmên pevçûnan ên weke Rojhilata Navîn, Sûdan, Ukrayna û Burmayê birîndar bûn an jî jiyana xwe ji dest dan.
Chapagain diyar kir ku ji serê salê û vir ve 30 dilxwazên girêdayî tora IFRC’ê mirine, di pergala Neteweyên Yekbûyî de jî "bi sedan winda ne". Bi taybetî li Xezeyê, saziya alîkariyên mirovî ya Neteweyên Yekbûyî Unrwa rastî ziyanên mezin hat û zêdetirî 200 karmendên wê hatin kuştin.
Di konferansa navneteweyî ya çar salan a IFRC û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor de ku li Cenevreyê pêk hat, nûnerên 191 komeleyên neteweyî wê werin ba hev da ku li ser hewcedariya xurtkirina hiqûqa mirovahî ya navneteweyî nîqaş bikin. Chapagain got, "Em hêvîdar in ku ev rewş bi taybetî di warê parastina xebatkarên herêmê de wê guhertineke mezin çêbike" û destnîşan kir ku jiyana xebatkarên herêmî bi qasî jiyana her kesî pîroz e.