Macaristan gefa şandina bi sedan penaberan li Brukselê xwar

Alîkarê Wezîrê Karên Hundir ê Macaristanê Retvarî Bence roja Yekşemê li ber rêze otobusên ku ji bo bişînin Brukselê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Dîwana Edaletê ya Yekîtîya Ewropayê  ji ber ku Macaristan li gorî pîvanên penaberiyê tevnegeriya ye di Hezîrana borî de 200 milyon Euro cezayê pereyan lê birî bû. Macaristan ji bo şermezarkirina cezayê pereyan di 23’ê Tebaxê de gef li karbidestên Ewropîayêxwaribû ku ew ê hemû penaberan bişîne Brukselê.  

Budapeşte peyama “Ew ji bicihanîna gefa xwe re amade ne û wê penaberan bêpere ya yekalî bişîne Brukselê” da. 

Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Bence diyar kir ku eger Yekîtiya Ewropayê neçar bike ku Macaristanê van penaberên derqanûnî qebûl bike, ew ê penaberan bêpere ya yekalî bişîne Brukselê.

Şaredarê Brukselê Philippe Close (PS) ku rasterast bi mijarê re têkildar e, bi rêya X’ê bertek nîşanî vê "provokasyona" nû ya Macaristanê da û wiha got: "Hikûmeta Macaristanê ku di heman demê de serokatiya demkî ya Yekîtiya Ewropayê jî dike, bê guman dev ji ‘provokasyonê’ bernade."

Close bang li Wezîrê Karên Hundir kir ku otobusên li ser sînorê Belçîkayê asteng bike. 

Philippe Close ji ajansa nûçeyan a Belgayê re axivî û got, “Em ê van otobusan asteng bikin. Ew ê nekevin Brukselê.”